Qedexekirina şopandina rojnamevanên jin a daxuyaniya Talîban rastî bertekan hat
Qedexekirina başdariya jinên rojnamevan a daxuyaniya çapemeniya wezîrê karê derve yê Talîban li Delhî ya paytexta Hindistanê, hatî li darxistin, rastî bertekên siyasî û medyayî yên Hindistanê hat.

Navenda Nûçeyan – Medyaya Hindistanê roja 11’ê Cotmehê ragihand ku wezîrê karê derve yê Talîban Emîr Xan Muteqî li Delhî ya paytexta Hindistanê daxuyaniya çapemeniyê daye lê belê destûr nedaye rojnamevanên jin ên Hindistanê daxuyaniyê bişopînin, ev jî bû sedema bertekên tund ên siyasî û medyaya Hindistanê.
Çalakvanên siyasî û rojnamevanan biryara qedexekirina beşdariya rojnamevanên jin a daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Talîban ve weke binpêkirina eşkere li dijî wekhevî û azadiya rojnamevaniyê pênasekirin. Daxwaz ji hikumeta Hindistanê kirin ku li dijî vê, helwesatê nîşan bidin.
Rojnameya The Times of India ragihand ku biryara bangkirina rojnamevanan ji aliyê berpirsên Talîban yên girêdayî Emîr Xan Muteqî bû, her wiha rojnamevanên jin bi zanabûn nehatin bangkirin, tenê daxuyanî ji bo hejmarek rojnamevanên mêr bû.
Birayar rastî bertekan hat
Kenala India TV News ragihand ku jinên rojnamevan dezgahên medyaya diyar a Hindistanê ji bo şopandina daxuyaniyê çûn cihê daxuyaniyê. Lê belê ji aliyê karmendên asayîşê yên balyozxaneyê ve hatiye qedexekirin ku bikevin hundir. Ev jî wek gavek a biçûkxistin û binpêkirina wekhevî û azadiya rojnamevaniyê hate pênasekirin.
Rojnamevana bi nav û deng Suhasini Haidar, hikumeta Hindistanê rexne kir û da zanîn ku mêhvandariya Talîban bi fermî rê dide zayendperestî li Hindistanê belav bibe. Ji aliyek din endamê parlementoya Hindistanê Priyanka Gandhi Vadra daxwaz ji serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi kir ku li dijî vê yekê helwesta xwe nîşan bide. Pirsa ku çima rê daye Talîban heqaretê li beşek jinên bi hêz ên Hindistanê bike?
Piştî bertekan, wezareta derveyî Hindistanê daxuyaniyek belav kir ku piştrast kir ku di organîzekirina daxuyaniya çapemeniyê de cih negirtiye.