Çîgdem Kılıçgun Uçar: Ji Girava Îmraliyê aştiya ku dewlet cesaret nedikir derket
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha got: “Heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê ev pêvajoya dîrokî nekare bi çareseriyê biencam bibe.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, li Êlihê di mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” de axivî.
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser zarok û jinên li Kurdistanê hatine qetilkirin. Çîgdem Kiliçgun Uçar, Helîn Hasret Şen a di dema qedexeya derketina kolanan de li Sûrê hatibû qetilkirin û qetilkirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê bi bîr xist û got: “Zarok û ciwanên li Kurdistanê bi heman xetereyan rû bi rû ne. Tu mirineke li Kurdistanê rasthatî nîne û qetilkirina jinan polîtîk e. Em soz didin ku heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Em mecbûr in vê bêhevsengiya di teraziyê de sererast bikin’
Dema Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişandî ser qetilkirina jinan, girseyê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: “Divê bîra gelê Kurd, têkoşîna me teşe bide karektera serdema nû. Partiyên siyasî ji bo serdema nû gotinan dikin. Devlet Bahçelî dibêje ‘çûk bi yek baskê nafire.’ Nûman Kurtulmuş dibêje ‘duçerxe bi tekerekê naçe.’ Em li aliyekî teraziyê binêrin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir. Piştî bangê jî fesix pêk hat, di Tîrmehê de 30 PKK’iyan çek berdan. Ew jî bes nekir, birêz Ocalan rêya ku pêşiya komîsyonê vedike nîşan da. Ev teraziya Kurdan e. Li aliyê din çi heye? Tu tiştek nîne. Em mecbûr in vê bêhevsengiya di teraziyê de sererast bikin. Komîsyonek heye. Bi israr û îradeya birêz Ocalan hate avakirin. Baş e lê di komîsyonê de çi kêm e? Cisaret kêm e. Nexşerêya çareseriyê kêm e. Kêmasiya herî mezin a komîsyonê ew e ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî nake. Hûn çima guhdar nakin? Dibêjin ‘hesasiyetên civakî.’ Berpirsyartiya we ye ku hûn hesasetiyên gelê Tirk û gelê Kurd nêzî hev bikin ku rêzê ji hev re bigirin. Sedema van hesasiyetên hûn xwe li pişt wan vedişêrin, hûn in. Yên bi sedan sala ye Kurdî qedexe kirin hûn in. Yên bi destê darazê mafên Kurdan veguherandin goristanê hûn in. Hûn dê wan hesasiyetan sererast bikin. Hinek bi cisaret bin; bi qasî Rêberê Gelê Kurd, biqasî hevalên me yên girtî bi cisaret bin.”
‘Werin em bi hev re vê pêvajoyê ava bikin’
Di berdewamê de Çîgdem Kiliçgun Uçar, da zanîn ku gelê Kurd û Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de zelal in û wiha pê de çû: “Divê hûn TMK’ê rakin. Gelê Kurd bi îradeya xwe nîşan da ku dikare xwe bi xwe birêve bibe. Divê bi zimanê dayika xwe were perwerdekirin. Dixwazin bi hemû nirxên xwe yên bi têkoşînê bi dest xistî bijî. Lê ji ber tirsê, nahêlin gelên Tirkiyeyê li dora çareserî û aştiyê bên gel hev. Li vî welatî kesên bi heqaretkirina Kurdan pereyan qezenc dikin hene. Divê gotin j bo aştî û çareseriyê be. Li vî welatî kî dibêje li cihê Tirk lê dijîn cihê Kurdan tune ye? Kî dibêje li cihê Tirkî lê tê axaftin cihê Kurdî tune ye? Gelê Tirk kirin dijminê gelê Kurd. Em nikarin pêşeroja xwe bi qurbanî îktîdar hin kesan bikin. Werin em bi hev re vê pêvajoyê ava bikin.”
‘Ji Girava Îmraliyê aştî derket ku dewletê cesaret nedikir’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan, rêberê gelê Kurd e û sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Heta tecrîd ranebe, heta mafê hêviyê neyê cîbicîkirin dê têkoşîna me ya bi hiqûqê qesl bimîne. Gelê Kurd li dora paradîgmaya birêz Ocalan dicive. Silav ji Îmraliyê re, ji Êlihê re. Me bersiveke pir baş da kesên dibêjin demokrasî nabe, yên hêzên ewlekariyê dixin pêşiya têkoşîna jinan, yên dixwazin bi tiryakê pêşeroja ciwanan tune bikin. Jinan got ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’. Ji ber ku heta deriyên Îmraliyê venebin, mimkûn nîne ev pêvajoya dîrokî bi çareseriyê tacîdar bibe. Xwestin Girava Îmraliyê veguherînin girava şer û navenda neçareseriya pirsgirêka Kurd. Lê çi bû? Ji Girava Îmraliyê aştî derket ku dewletê cesaret nedikir. Azadî derket. Niha dema wê ya ka dê kî xwedî li vê aştî û azadiyê derkeve. Bi jin û ciwanên xwe, bi Êlih û Ameda xwe bi Kobanê û Rojavayê xwe gelê Kurd yek parçe ye û hûn nikarin ji hev parçe bikin. Gelê Kurd îro nûnertiya demokrasî, azadiyê dike. Nûnertiya komara demokratîk, neteweya demokratîk dike.”