Li Taîzê bandorên şer û riyên çareseriyê hatin nîqaşkirin
Weqfa Biewle ya Pêşxistina Jinê ya li bajarê Taîzê ya Yemenê, konferansa xwe ya derûnî ya zanistî li dar xist. Li konferansê bandorên şer, dorpêç û xizaniyê, pirsgirêkên ku civaka Yemenê, bi taybetî jî jin û zarok pê re rû bi rû ne hate nîqaşkirin.

RANIA ABDULLAH
Yemen – Duh 11’ê Cotmehê ji aliyê Weqfa Biewle ya Pêşxistina Jinê ve bi boneya Roja Cîhanî ya Tenduristiya Derûnî, li bajarê Taîzê ya Yemenê yekemîn Konferansa Derûnî ya Zanîstî hate lidarxistin. Konferans, bisernavê "Li Yemenê Bandorên Derûnî û Civakî yên Şer (Rêya Başbûnê û Piştgiriya Domdar)" û bi beşdariya berfireh a akademîsyen, pisporên tenduristiya derûnî, lîderên civakê û parêzvanên mafên mirovan ên jin hate li dar xistin. Beşdaran, li Yemenê ku şer, dorpêç, xizanî didome, zehmetiyên ku herî zêde bandor li jin û zarokan dikin, nîqaş kirin.
‘Têkiliyên malbatî qût dibin û hevgirtina civakî bi awayekî cidî zirar dibîne’
Cîgira Waliyê Parêzgeha Taizê ya Berpirsê Karûbarên Tenduristiyê û Jîngehê Dr. Eilan Abdulhak, di axaftina xwe ya vekirina konferansê de diyar kir ku şer ne tenê kesan, avahiyên malbatî û tevna civakî jî bi kûrahî dihejîne. Dr. Eilan Abdulhak, wiha got: "Di hin rewşan de, têkiliyên malbatî qût dibin û hevgirtina civakî bi awayekî cidî zirar dibîne. Lewma, di polîtîkayên giştî de pêwîste ji bo pêşîniya dermankirina psîkolojîk pêşinî bê dayîn.”
‘Piştgiriya derûnî bi qasî xwarin û dermanan pêdiviyek lezgîn û bingehîn e’
Seroka Weqfa Biewle Pêşveçûna Jinê Îbtehal El-Axbarî, diyar kir ku armanca konferansê di mijara tenduristiya derûnî de bilindkirina hişmendiyê ye û destnîşan kir ku li Yemenê bi taybetî jin û zarokan di dema şer de trawmayek kûr a derûnî dijîn. Îbtehal El-Axbarî, wiha axivî: "Êdî piştgiriya derûnî, bi qasî xwarin û dermanan pêdiviyek lezgîn û bingehîn e. Ev konferans, ji bo pêşxistina pêşniyarên ku wê beşdarî pêvajoya başbûnê bibin, xalek destpêkê ye."
‘Tenduristiya derûnî bi qasî tenduristiya laşî girîng e’
Perwerdekara piştgiriya derûnî Latîfe El-Hudhaîfî, da zanîn di civakê de demxe kirina têkildarî nexweşiyên derûnî hêl belav e û gelek kes li şûna ku alîkariya profesyonel bigrin, serî li rêbazên kevneşopî didin. Latîfe El-Hudhaîfî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ev rewş pirsgirêkan girantir dike. Lêbelê, tenduristiya derûnî bi qasî tenduristiya laşî girîng e. Hevsengiya di navbera herduyan de bingeha jiyanek tendurist e."
‘Gelek jin trawmayên kûr dijîn’
Dîrektora Îcrayê ya Komeleya Dayikên Hatine Revandin Esma Al-Raîî, diyar kir ku gelek jin bi taybetî yên ku xizmên wan bi darê zorê hatine windakirin an jî hatine girtin, trawmayek kûr dijîn, EsmA Al-Raîî ya got: "Tecrîbeyên bivî awayî ne tenê bandor li kesî dike, bandor li tevahiya avahiya malbatê dike”, û destnîşan kir ku hewil didin piştgirî bidin, lê nexwedî çavkaniyên sazûmanî yên têrker in.
‘Divê nexweşiyên derûnî neyên paşguh kirin’
Seroka Weqfa "Selam Yemen" Dr. Xedîce Al-Hedabî, konferansê di pêvajoya başbûna giyanî û civakî ya Taizê de mîna gavek girîng bi nav kir û got: "Zirara derûnî ya şer hê didome. Ciwan û malbatan di pêkanîna hevsengiyê de zehmetî dijîn. Divê nexweşiyên derûnî neyên paşguh kirin; mîna nexweş werin destgirtin. Zanîst û hişmendî gava ewil a ber bi başbûnê ve ne."
Pêşniyarên di dawiya konferansê de hatin kirin wiha ne:
“* Beşdarkirina piştgiriya derûnî ya ji bo bernameyên alîkariya mirovî û pêşkeftinê de,
* Zêdekirina hejmara navendên rêberiya derûnî,
* Bi rêya perwerdekirina perseneyên herêmî, pêşkêşkirina xizmetên domdar”
Jinên beşdar, balkişandin li ser girîngiya rola çalak a jinan di sêwirandin û pêkanîna bernameyên tenduristiya derûnî de.
Organîzatoran, diyar kirin ku ev konferans di bilindkirina hişmendiya raya giştî ya li ser tenduristiya derûnî ya li Yemenê û avakirina hawîrdorek ku dermankirina derûnî mîna mafek bingehîn a mirovan nas dike de gava ewil e. Welat, bi barê giran û êşên kûr ên şer re têkoşîna xwe didomîne.