Îran zextê li Werîşe û Pexşan dike

Çalakvana mafê jinan Spêde Qelyan destnîşan kir ku zextek zêde li ser Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî heye û got: “Dibe ku di her kêliyê de cezayên wan bikeve meriyetê.”

Navenda Nûçeyan – Di 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê dadgeha bilind a Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja 10’ê Mijdara 2024’an ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatin erêkirin. Ji ber vê çendê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser her girtiyên siyasî heye. Bertekên li dijî darvekirinan herku diçe zêde dibe. Çalakvana mafê jinan Spêde Qelyan derbarê rewşa girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de, li ser malpera xwe ya medyaya dijîtal peyamek weşand.

‘Zexta ser girtiyan zêde bûye’

Spêde Qelyan di peyama xwe de da zanîn ku heta niha 3 caran cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatine erêkirin û wiha got: “Dibe ku di her kêliyekê de cezayê wan bikeve meriyetê. Dema Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ji girtîgeha Qerçek şandin girtîgeha Evîn ya li Tahranê, dibin zextek zêde de bûn.”