Nasîm Simyarî ji bo Farîba Kemalabadî dest bi greva birçîbûnê kir

Nasîm Simyarî ya li qawîşa jinan a Girtîgeha Evînê a Tehranê nameyek nivîsî, ragihand ku ew ji bo hevgirtina endama civaka Bahaî ya Îranê Farîba Kemalabadî re, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Parêzvana mafên mirovan Nasîm Simyarî ya di çarçoveya serhildana şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de hate girtin, di nameya xwe ya li qawîşa jinan a Girtîgeha Evîn a Tehranê de şand, ragihand ku ew ji bo hevgirtinê bi Farîba Kemalabadî re dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Nasîm Simyarî, di nameya xwe de bi bîr xist ku zêdetirê du salan bi Farîba Kemalabadî re li heman qawîşê maye û wê mîna "mamosteyek bi sebir, sembola mirovahî û xweşbiniyê" bi nav kir. Li gorî Nasîm Simyarî, Farîba Kemalabadî zêdetirê 13 salan di girtîgehê de derbas kiriye û di nava van salan de bi sebir û empatîyek mezin li kêleka hevalên xwe yên girtî cih girtye. Di nameyê de hate diyar kirin ku Farîba Kemalabadî di salonên hevdîtinê de keça xwe ya biçûk mezin kiriye, neviyên xwe hêmbez kiriye û ji bo wan çîrokan vegotiye.

‘Heta ku mamosteya min azad bibe, zêde çalakiya xwe bidomînim’

Nasîm Simyarî, da zanîn hefteya borî agahî hatiye dayîn ku Farîba Kemalabadî dê were berdan û ev agahî li qawîşa jinan bûye sedema kêfxweşiyek mezin. Lêbelê, piştî çend rojan ji aliyê rayedarên darazê ve hate ragihandin ku ev biryar hatiye betalkirin. Nasîm Simyarî, di dawiya nameya xwe de wiha got:

"Ji bo Farîba... Ji bo hezaran rojên ku ew li girtîgehê derbas kir, êşên ku kişand, sebir, berxwedan û helwesta bi rûmet a ku bi salan nîşan da... Ez ê heta ku mamosteya min a delal ku ez gelek tişt jê fêr bûm azad bibe, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînim.”

Rêbazek derûnî

Li gorî parêzer û aktîvîstan, destpêkê ragihandina agahiya berdana girtiyek û piştre betalkirina vê biryarê, ji bo westandina wan ji aliyê derûnî û têkbirina baweriya bi têgeha azadiyê, rêbazekî bi zanebûn tê pêkanîn e. Pêkanînên bi vî awayî, di çarçoveya şerê derûnî û polîtîkayên kontrola taybet ên dewleta Îranê de tên nirxandin.

Bi bêdengiyê re kiryarên dijî mirovahî didomîn

Pisporan, destnîşan kirin ku ev tevger binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e; rûmeta girtiyan, nirxên bingehîn ên mirovan û heta pîvanên herî kêm ên navneteweyî yên girtîgehan jî binpê dike. Dadwerî û avahiya siyasî ya Îranê, ji bo qanûn û erkên navneteweyî girêdanbûnek nîşan nade; lewma nûçeyên derew ên tehliye û betalkirinên ji nişka ve bûne amûrên zext û îşkenceya derûnî. Her wiha, tê gotin ku rêxistinên mafên mirovan ên herêmî, xwecihî û navneteweyî heta niha di derbarê girtiyên siyasî yên li Îranê de gavên bibandor û şênber neavêtine. Ev bêdengî jî, rê li ber dewletê vedike ku kiryarên bivî awayî yên dijî mirovahiyê bidomîne.