Li Laziqiyê jinek hat revandin
Li Laziqiyê ku di bin kontrola HTŞ’ê ya cîhadîst de ye duh dayika 4 zarokan, hat revandin. Hate niha der barê aqûbeta jinê de tu agahî nehat bidestxistin.

Navenda Nûçeyan – Li Laziqiyê ku di bin kontrola HTŞ’ê ya cîhadîst de ye duh dayika 4 zarokan a bi navê Semer Îsmaîl, piştî ji mala xwe derdikeve û diçe mala xwişka xwe, hat revandin. Hate niha der barê aqûbeta jinê de tu agahî nehat bidestxistin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, Semer Îsmaîl a 40 salî, bêyî telefonê derket û heta derengiya şevê, dema malbatê xwest pê re peywendiyê bike, hat zanîn ku ew hatiye revandin.
Vê agahiyê li ser medyayên dîjîtal metirsî û fikar çêkirin, nexasim hemwextî revandina zarok Mihemed Qeys Heyder ê ku ji aliyê komeke çekdarên nenas ve ji pêş dibistana wî ya li taxa Meşrûi El Aşir roja çarşema borî hat revandin.