Li Efrînê çeteyan yek jê jin du kes revandin
Hate diyarkirin ku li Efrînê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk li gundê Rotenlî yê girêdayî bajarê Mobatayê Zeyneb Nasan û hevjinê wê Sebrî Nasan revandin.

Navenda Nûçeyan – Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî gelê Efrînê didoıme. Duh êvarê, Sebrî Mecîd Nasan û hevjîna wî Zeyneb ên li gundê Rotenlî yê girêdayî bajarê Mabata ya Efrîn dijîn, di encama serdegirtina mala xwe de ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
Hate diyarkirin ku aqûbeta her du hemwelatiyan nayê zanîn.