Li Madagaskarê protestoyên ‘Nifşê Z’ zêde dibin

Bi deh hezaran ciwanên ‘Nifşê Z’ li Madagaskarê li dijî qutbûna kehrebe, avê, hilweşîna pergala perwerdeyê, zêdebûna rêjeya bêkariyê û xizaniya ku her diçe zêde dibe daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Madagaskar bi hilweşînên xizmetên bingehîn re rûbirû ye. Hêrsa gel her diçe mezin dibe û daxwazên ji bo reforma demildest zêde bûn.

Ciwanên ‘Nifşê Z’ ku nêzî du hefteyan e beşdarî protestoyên didomin dibin, daxwaz dikin ku serokomar Andry Rajoelîna îstifa bike, bi awayê fermî li pêşberî gel lêborînê bixwaze, di heman demê de komîsyona hilbijartin û Senatoyê fesih bike. Her çendî serokkomar hefteya borî hikumetê fesih kir û serokek nû tayîn kir û hinek gav paşve avêtibe jî ev gav têrê nakin û nikarin ciwanên li qadan bisekinînin.

Tevgerê di 10’ê Cotmehê de li gelemperî welat banga greva giştî kir. Ev bang piştî çend rojan ku hikumet hat fesihkirin û tayînên nû hatin kirin hat kirin. Di kabîneya nû de wezaretên kilît endamên ewlehî û artêşê hatin tayînkirin, ev jî ji aliyê xwepêşandanan ve weke ‘derbeya li dijî îradeya gel’ hat pênasekirin.

Ciwanan bang kirin

Tevgerê di daxuyaniya dawî de got: “Ev tayînkirin meydanxwendin li dijî daxwazên gel e.” Bang li gel kir ku li paytext Antananarîvoyê kom bibin.

Hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan gaza îsotê, bombeyên deng û guleyên plastîk bi kar anîn. Hat diyarkirin ku pevçûnên tund hatine jiyîn. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne. Ev rewş nîşan dide ku li welat hêrsa gel û rageşiyên ewlehiyê gihîştine asteke bi xeter.

Xwepêşandan di 25’ê Îlonê de weke berteka li dijî qutbûna kehrebe û avê hatibûn destpêkirin, di demek kurt de veguherî pêleke berfireh a hêrsê. Tevgerê ji çalakiyên ‘Nifşê Z’ yê li Kenya û Nepalê îlham girt. Saziyên civaka sivîl jî destekê didin xwepêşandanan û bang dikin ku bi siyasteke xwedî bingeh reformên aborî bikin. Berdevkên tevgerê, diyar dikin ku armanca wan ew e ‘welat ji krîza ku her diçe kûr dibe rizgar bikin.’