Li ser Şêx Meqsûdê topbaran: Jinek hat qetilkirin 2 zarok birîndar bûn

Di topbarana HTŞ’ê ya cîhadîst a li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jinek hat qetilkirin 2 jê zarok bi dehan kes birîndar bûn.

Heleb – Di topbarana HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst ya li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê de jinek hat qetilkirin 2 jê zarokên bi navê Îvan Ebdo yê 2 salî û Şam Dilo yê 3 salî, bi dehan kes birîdar bûn û rewşa wan a tenduristî heta niha ne diyar e.

HTŞ’ê ya cîhadîst ji sibê de êrişên dijwar bi çekên gira û doronan li ser taxa Şêx Meqsûd pêk tîne, di encamê de kesek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

HTŞ’ê her wiha herêma Dêr Hafirê li kantona Tebqayê û derdora bendava Tişrînê li kantona Firatê jî topabaran kir.