Li kampên penaberan berxwedana jinan didome

Konên peritandî, weke sarincokan in, kesên ku xwe spartine wan bi şev û roj nikarin ji sermaye di cihê xwe de bisekinin. Kampên penaberên ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar man koçber bibin vediguhere stargehên berxwedanê.

TEBAREK EL ALÎ

Reqa – Kampên penaberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî koçber bûne, êşa koçberan nîşan didin. Di demsalên zivistanê de van kampan, li dijî sir û seqemê û nexweşiyan, bi şev û roj dibin cihê têkoşînê. Malbatên ku bi zorê ji cih û warên xwe bûne, ji bo cihekî bi ewle bibînin ketine ser riyan, li van kampan dikevin rewşeke wisa ku jiyana wan tenê sebr û berxwedan e.

Ji bajarên Efrîn, Şehba û Tel Rifêtê bi dehan malbat, li kampa stadyûmê ya şaredariyê ya bajarê Tebqayê, herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Di vê demsala zivistanê de ji hemû pêdiviyên jiyanê bêpar, di konên peritandî de di rewşeke pir xirab de dijîn.

Li benda pêkanîna peyamana 10’ê Adarê û vegera malên xwe ne

Van mirovên ku cih û warên xwe bûne, hêvî dikirin ku piştî hilweşîna rejîma Beasê bi peymana ku bi rêveberiya demkî re hat kirin, vegerin malên xwe lê hê jî ev yek pêk nehatiye û li bendê ne peymana 10’ê Adarê bikeve meriyetê, derfetên vegerê ji wan re çêbibin.

Hamîde Habeş a ji bajarê Efrînê koçber bûye wiha dibêje: “Em ji Efrînê hatin Şehbayê, ji wê derê jî hatin Tebqayê. Li vê derê em di mercên pir zor de dijîn. Ji ber baranê kon di nava avê de man. Desteka ku hemû pêdiviyên me bi cih werin tune ye. Extiyar û zarok nexweş dikevin. Gelek zarokan rakirin nexweşxaneyê hinek ji wan mirin hinek man. Ne tiştek ku em xwe pê germ bikin heye ne jî tiştek din.”

‘Heta em venegerên malên xwe êşa me bi dawî nabe’

Hamîde Habeş xwest tiştên tên jiyîn bi dawî bibin û got: “Ez ji hemû cîhanê û rêxistinan re vê peyamê didim. Divê pêdiviyên me yên madî bi cih bînin. Heta ku mercen baş û bi ewle çênebin û em venegerin mala xwe , êşa me naqede.”

‘Di demsala zivistanê de rewş felaket e’

Ferî­de Ahmed jî wiha got: “Em salek e li Tebqayê di vê konê de dijîn. Di demsala zivistanê de rwş felaket e. Dema ku em nû hatin cihekî em lê bimînin tunebû, me gelek zoriyan kişand. Rewş hê jî baş nebûye. Em niha di koneke peritandî de dijîn û tu derfetek tune ye. Ji ber mercên xirab em gelek zehmetî û êşan dikşînin. Em ji saziyên rayedar dixwazin, pêdiviyên me bi cih bînin û rewşa me baş bikin. Em şer naxwazin tenê dixwazin vegerin malên xwe û bi aştî bijîn.”

Jin li kampan rojên xwe bi çêkirina xwarinê şûştin û paqijkirinê derbas dikin

Li kampên penaberan, jin dema xwe di konan de, bi çêkirina xwarinê, şûştin û paqijkirinê derbas dikin. Xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Ji ber kêmbûna paqijiyê, sermaya dijwar û baranê zarokên me her dem nexweş dikevin.

Jiyana bi hezaran jinên li kampan wiha ye. Carna derfet nabînin tiştên ku dijîn vebêjin. Hinek ji wan neçar dimînin li gorî wan mercan bijîn hinek jî xeyal dikin ku rewş hinek be jî baştir bibe û rojek vegerin malên xwe.