Li Helebê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn
Di encama bombebaranên bêserûber ên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de 2 jê jin 3 kes jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.
Heleb – Cîhadîstên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam, bi awayekî bêserûber û dijwar taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd weke (kolana Zihor li Şêxmeqsûd, herêma Şîhan a li rojavayê taxa Eşrefiyê, Çerxerêya Tirkawî ya taxa Benî Zêd, derdora rêya Kastêlo ya bakurê taxa Şêxmeqsûdê, herêma Şiqeyêf a girêdayî taxa Şêxmeqsûdê, herêma Çerxerêya Lêremonê, Çerxerêya Zeytûnê û xeta Eşrefiyê), topbaran dikin.
Li gorî daneyên destpêkê, di encama bombebarana berdewam û bêserûber de heta vê kêliyê 2 jê jin 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarên hatin wergirtin wiha ne:
Fatme Hemade ya 42 salî jiyana xwe ji dest da.
Navên birîndaran:
Hesen Mihemed (30), Îvan Ebdo (2), Şam Dilo (3), Şerîv Seydo (52), Mihemed Hebîb (82), Mihemed Şêx Hebîb (43), Eslan Bekir (18), Şervan Ebdo Mamo (17), Mihemed Şêx Bilko (70).
Ji ber dijwariya topbaranê tîmên tibî nikarin xwe bigihînin birîndaran.
Heta van kêliyan topbaran û pevçûn didomîn.