Li Başûrê Kurdistanê mûçeyên karmendan hê jî nehatiye dayîn

Çalakvan û mamostaya zanîngehê Nîgar Reşîd, balkişand li ser armanca nedana mûçeyên karmendên herêma Kurdistanê û got: “Yên ku herî zêde ji vê qeyranê bandor dibin jî jin in.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Wezareta Darayî ya Îraqê ji meha Gulanê ve mûçeyê karmendên herêma Kurdistanê sekinandiye. Mûçexwarên herêmê ev zêdeyî 65 roj in mûçeyên xwe negirtine. Di encama kombûnên hikûmeta demborî ya herêma Kurdistan li gel Bexda, rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêka mûçe nedîtine. Bexda, bi biryare ku mûçe neşîne ji herêma Kurdistanê re û hikûmeta demborî ya herêma Kurdistanê daxwazên wan bicih nakin. Bi dahata navxweyî jî mûçeyê karmendên herêma Kurdistanê dabîn nakin.

Hikûmeta Iraqê ji bo şandina mûçeyê mûçexwarên herêma Kurdistan balê dikşîne ser sê xalan; ew jî radestkirina 280 hezar birmîlên neftê, mûçe kirina bi pergala banqê ya mûçexwarên herêma Kurdistanê û ji sedî 50 dahata navxweyî ya herêma Kurdistanê bigre. Di hemû kombûnan de bal hat kişandina ser van sê xalan. Ger hikûmeta demborî ya herêma Kurdistanê van xalan bicih neyne wê Bexda jî mûçeyê karmendên herêma Kurdistan neşîne. 

Her wiha rewşa niha ya mûçexwaran û hemwelatiyên herêma Kurdistanê ber bi xirabbûnê ve diçe. Tevî nedana mûçeyên hemwelatiyan û xirabûna rewşa hemwelatiyên herêma Kurdistan, mamosta û karmend beşek ji kasibkarên nerazîne û xwepêşandan li dardixin. Lê belê ji aliyê desthilat û asayîşa bajaran ve tên astengkirin û rêgiriyê lê tên kirin. Gelek mamosta û karmend di encama nerazîbûnên ji bo nedana mûçe de rastî lêdan û zextan tên. Di nav de jin rastî gelek astengiya û pirsgirêkên aborî û derûnî tên. Nebûna mûçe û xirabûna rewşa hemwelatiyan pirsgirêkên civakî di nava malbatan de bi xwe re tîne. 

‘Li herêma Kurdistanê jin du qat ji qeyrana aborî bandor dibin’

Çalakvan û mamostaya zanîngehê Nîgar Reşîd, diyar kir ku hemwelatiyên herêma Kurdistanê ji sala 2016’an ve hertim rastî nedanî mûçeyên karmendan hatine û got: “Nedana mûçeyê hemwelatiyan bûye sedemê astengiyên jiyanê. Peywendîdarên herêma Kurdistanê, rewşa derûniya hemwelatiyan xirab kiriye. Êdî tenê daxwaza hemwelatiyan kiriye girtina mûçeyan. Hemû daxwazên hemwelatî û ciwanan bi girtina mûçeyan ve girêdaye. Hemwelatî dixwazin mûçeyên xwe bigrin. Hikûmet jî weke ku henekê xwe bi hemwelatiyan bike, tevdigere. Li tu welatan vê yekê li beramberî hemwelatiyan nakin. Herwiha hikûmet bi riya ragihandinê hertim hewl dide serê hemwelatiyan tevlîhev bike. Tevî hebûna hikûmetê û parlementoyê li herêma Kurdistanê, hertim ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê, hikûmeta demborî berê xwe dide hikûmeta Bexda. Lê belê bi çend gotinên şaş yên dibêjin Bexda mûçe nedane, hemwelatiyan dixapînin.” 

‘Herêm bi siyaseta xelet nikare siyasetek tokma ava bike’

Nîgar Reşîd, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hikûmeta dîktator ji rejîma baas derketiye û niha jî sîstemek dîktatorî beramberî hemwelatiyan pêktîne. Siyaseta Bexda hilweşadina herêma Kurdistanê ye. Siyaseta neşandina mûçe ji aliyê Bexda ve ji bo biçûkxistina desthilata herêma Kurdistanê ye ku dest danin ser dahata navxweyî û xalên sînorî. Hikûmeta herêma Kurdistanê ev çend sale dahata neftê û xalên sînorî bi destxistiye. Lê belê ji ber siyaseta xelet û koletiya ji bo dewletên din nikariye yekîtiyek bihêz a siyasî ava bike. Vê siyaseta xelet dimeşîne.  Hemwelatî kirine amûrên di navbera Bexda û herêma Kurdistanê de.”

‘Hemû xebatên xwe ji bo tunekirina jinan dikin’

Nîgar Reşîd, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Êdî hêza hemwelatiyan ya tehemûlkirinê vê yekê nemaye û bêzar bûne. Hemwelatî di meha sêyem a bêmûçetiyê de ne. Lê belê dema çalakiyên nerazîbûnê li dar dixin rastî astengî, tundî û girtinê tên. Ji ber wê êdî dengê hemwelatiyan dernakeve. Bi rêya ragihandinê hewil didin hemwelatiyan mujilbikin. Di pergalekî de hemwelatî perwerdekirine ku di her rewşa herêmê de deng jê neyên. Di nava vê yekê de jin dibin qurbaniyê wê hikûmeta li herêma Kurdistanê rêve diçe. Jin ji ber karkirin û nebûna mûçeyan rastî qeyrana aborî hatine. Di demekê de kar tevahî ji bo jinavbirina jinan dikin. Nedana mûçeyan tunekirinek din a jinane.”