‘Jin dibin hedefa yekemîn a şer û qeyranan’

Civaknas Rûhî Şafîî diyarkir ku herî zêde jinên Îranê ji şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de bandor bûne û got: "Herî zêde jin krîzên ewlehî, aborî û zextên sîstematîk bandor dibin.”

ŞEHLA MUHEMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Şerê di navber Îran û Îsraîlê de ku 12 rojan dewam kir, pêla krîzên ku bandorê li ser aliyên cuda yên hemwelatiyan dike, derketin holê. Şer, şert û mercên aborî, civakî û ewlehiyê girantir kir, siyek giran li ser debara jiyana hemwelatiyan hişt. Her wiha hejarî, koçber û girtin zêdebûn.

Herî zêde jin ji şeran para xwe digrin’

Nivîskar, civaknas û pispora civaka Îranî Ruhî Şafîî da zanîn ku piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de welat bi krîzên aborî, civakî, zagonî û ewlehiyê re rûbirû dimîne û got: “Bandorên şer siyek mezin ser jiyana welatiyan ava kir. Jin jî herî zêde para xwe ji vê yekê girtin. Rûbirûyî  barên giran ên wek windabûna mal, hezkiriyên xwe û pêşeroja xwe dibin. Her wiha bi zextên zêde yên ji hêla rayedarên Îranê bi riya tepesandinê li ser wan dimînin. Bandora şer li gorî çîna civakî û cihê rûniştinê diguhere. Jinên dewlemend karîn koçî deverên ewletir ên wek bakurê welêt bibin an jî ji destpêkê ve li derveyî Îranê bûn, di heman demê de bi mîlyonan jinên din ji ber sedemên darayî an malbatî neçar man ku li deverên ku şer lê bandor bûye bimînin.”

‘Zextên îmhakirinê li ser jinan zêde bûn’

Ruhî Şafîî diyar kir ku rayedarên Îranê carek din hewl didin dengên nerazîbûnê bi riya tepesandinê bêdeng bikin û got: “Bi hinceta "Sîxurtiya ji bo Îsraîlê" gelek kes girtine. Ev yek bi taybet bandor li ser jinan jî kiriye, ji ber ku ew hem mexdûrin, hem jî berpirsên malbatên xwe ne. Hejmarên kesên hatin girtin û kuştin ne xuya ne ji ber daneyên rast di destên me de nînin. Rayedar bi xwe bi krîzek kûr re rû bi rû ne, nekarîna wan a parastina bibandor dest pê dike û digihîje zirara giran a li binesazî, perwerde û projeyên mezin. Jin herî zêde ji van krîzan bandor bûne. Kontrolkirina qada hewayî ya welêt ji aliyê saziyên biyanî ve, nekarîna rayedaran a tespîtkirin an kontrolkirina sîxûran, pirsên cidî li ser îdiyaên serxwebûn û serweriya rêjîmê, derdixe holê.”

‘Penaberên Efganî mexdûrên cudakarî û dersînorkirinê ne’

Ruhî Şafîî destnîşankir ku desthilatdarên Îranî bi hinceta "Sîxurî" bi hezaran penaberên Efganî dersînor dikin û wiha domand: "Ev siyaset bi zêdebûna tepersandina dijberên siyasî re hevdem e ku di rewşa civakî de rewşek aloz û bê aramiyek zêde diafirîne. Îdiaya rayedaran a hebûna sîxurên Îsraîlî nezelal e û şefaf nîne. Gelek girtî bêyî agahdariya malbatên wan hatine girtin, ev yek di civakê de tirsek berfireh çêdike. Rayedarên Îranê penaberan ji bo armancên siyasî û leşkerî bikar dianîn. Lîwaya Fatemiyûn vê cureyê îstismarê temsîl dike, ji ber ku gelek Efganên ku ji Talîbanê direvin ji bo şer li Sûriyeyê hatine şandin. Gelek Efganên ku li Îranê dijîn jî bi cudakariyê re rû bi rû ne û ji mafê perwerde û beşdariya civakî bêpar in. Berpirsiyariya sereke ya vê yekê di stûyê rayedarên Îranê bi xwe de ye.”