Li Sûriyeyê di rojekê de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Sûriyeyê ji ber nakokî, sûc û êrîşen biçek di nava 24 seatên dawî de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku ji ber nakokî, sûc û êrîşen biçek ên li welat, di 24 saetên dawî de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Navenda Çavdêriyê, li Helebê ciwanek ku beriya du rojan ji mala xwe hatibû revandin, mirî hate dîtin. Li ser rêya Xûta Şerqî ya gundewarê Şamê jî, ciwanek di encama teqandina bi şaştî ya guleyekê jiyana xwe ji dest da.
Hate diyar kirin ku li gundewarê Humsê jî ciwanek ku berî du rojan winda bibû, cenazeyê wî hate dîtin û endamekê hêzên ewlehiyê yên rêveberiya demkî cotkarek qetil kir.
Li bajarê Bukemal ê Dêrazorê endamekî hêzên ewlehiyê yên hikûmeta veguhêz dema çekek giran paqij dikir, çek pê de teqiya û jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Derayê jî ciwanek di êrişa çekdarên nenas de hate qetilkirin.
Zarokek hate qetilkirin
Navenda çavdêriyê, ragihand ku li bajarokê Tefes ê Derayê di şerekî çekdarî de yek jê zarok sê kes hatin qetilkirin. Li gundewarê Hemayê jî, kesek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.