Jinên Êzidî: Em ê fermanê nedin jibîrkirin
Jinên Êzidî destnîşan kirin ku ji bo ew fermanê ji bîr nekin û ji bo tola jinan hilînin çi ji destê wan were dê bikin. Her wiha jinan gotin ku ew ê bi bilindkirina têkoşînê zincîra koletiyê bişikînin û bi ser bikevin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 11’emîn salvegera fermanê li Sûka Kevn a Şengalê bi dirûşma ‘Em ê bi banga aştî û civaka demokratîk heyfa qirkirina li dijî jinên êzidî hilînin’ daxuyanî da û plansaziya xwe ya kar û xebatên fermanê aşkera kir. Jinên ku tev li daxuyaniyê bûn ji ajansa me re axivîn.
Berdevka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî ew nêzî salvegera fermana 3’yê Tebaxê dibin ji ber vê dê kar û xebatên xwe di asta herî bilind de bimeşînin û wiha got: “Ji bo em fermanê ji bîr nekin û ji bo tola dayik û xwişkên xwe hilînin çi ji destê me were em ê bikin. Ev dibe 11 sal lê hîn gorên me yên komî nehatine vekirin û jinên Êzidî hê jî têne firotin.”
‘Êşa me jinan yek e’
Emşê Korkorkî destnîşan kir ku qetlîma ne tenê li ser civaka Êzidî li her her jineke li cîhanê hatiye û ev nirxandin kir: “Hê jî qetlîma li ser jinan dewam dike. Li çar parçeyên Kurdistanê û her derê jin tên qetilkirin. Êşa me jinan hemûyan yek e. Li ku derê dibe bila bibe li her derê jin lê were kuştin li wir azadî tuneye.”
‘Iraq hê jî weke jenosîf qebûl nekiriye’
Berdevka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî bi bîr xist ku dewleta Iraqê hê jî 3’yê Tebaxê wek jenosîd qebûl nekiriye û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku qebûl neke jî pêwîstiya me bi Iraqê nîn e, hêza me têra me dike. Em ê têbikoşin, ji zilm û zorê xilas bibin, zincîra koletiyê bişkînin û biser bikevin.”
‘PKK me ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas kir’
Di heman mijarê de endama Meclisa Xweser a Tilezêrê Leylê Şeref jî got ku ew xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dikin û ev tişt anî ziman: “Em weke jin îro li vir hazir bûn daku em daxwaza mafê xwe bikin. Çalakiyên me her berdewam in û tu kes nikare îradeya me tune bike. Di fermanê de hevalên PKK’ê bi hawara me ve hatin, ger ne ji wan bûna em ê tune bûbûna, wê zarokên me ji tî û birçîna bimirana. Xwarin û av dane me û me ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas kirin. Lê belê piştî fermanê li ser fikr û felsefeya Serokatî me xwe perwerde kir, têkoşiyan û xwe pêş xist. Heta em sax bin em fermanê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”