Li Îranê jin bi qetilkirin û gefan re rû bi rû ne
Li Îranê jin bi qetilkirin û gefan re rû bi rû ne. Solmaz Abbasî ya antrenorek navdar a Îranê bû, ji ber ku xwest mêrê jê qetiyaye mafên wê bide wê, ji aliyê wî ve bi 27 derbên kêran hat qetilkirin.

VIYAN MEHRPERVER
Urmiye – Li Îranê digel ku zextên rejîmê yê li ser jinan bi kûrbûnê didome, ji ber polîtîkayên tên meşandin jin bi qetilkirin û gefan re rû bi rû ne. Solmaz Abbasî antrenorek voleybolê ya navdar û werzişvanek berê ya Tîma Neteweyî ya Kanoyê ya Jinan a Îranê bû, tenê piştî hevberdanê daxwaza mafên xwe kir, di ofîsa parêzerê xwe de bi kêrê hat qetilkirin. Merasîma cenazeyê wê, ji bo hemû kesan şokek mezin bû. Solmaz, jineke 43 salî ku di dilê bi sedan kesan de cih digirt û rêz lê dihat girtin bû, niha ne bi sedemên xwezayî, ji ber “jinbûna” xwe li axê tê veşartin. Çîroka trajîk a jiyana Solmaz Abbasî, bi çîrokên hezaran jinên ku li Îranê ji aliyê mêrên bi wan re zewicandî ve tên qetilkirin re heman çarenûsê parve dike; çîroka jinên daxwaza jiyana azad û mafên mirovan dikin.
Du madalyayên bronz qezenc kir
Solmaz Abbasî, di 19’ê Çileya 1983’an de li Urmiyeyê ji dayîk bûye. Antrenorek voleybolê ya navdar û werzişvanek berê ya Tîma Neteweyî ya Kanoyê ya Jinan a Îranê bû. Di Lîstikên Asyayî ya Incheonê ya 2014’an de, di kategoriyên takekesî û tîmê de du madalyayên bronz qezenc kiribû. Mîna werzişvanek jin a serkeftî, gelek caran bal kişand ser zehmetî û astengiyên ku werzişvanên jin li Îranê, bi wan re rû bi rû dimînin. Ger Solmaz sax bûya, wê di Îlona îsal de dest bi mamostetiyê bikira û di polan de ders bidaya.
Atîfe Şerefî ku yek ji xwendekarên wê yên berê ye, derbarê Solmaz de got ku "Ew dayşka min a duyemîn bû. Ne tenê di salona werzîşê de, li hemû qadên jiyanê jî piştgirî dida min. Solmaz parêzvanek rast a mafên mirovan bû.”
Hema bibêje hemû xwendekar û hevalên Solmaz, wê mîna "jineke bihêz, dilovan û parêzvana mafên jinan” bi bîr tînin.
Ji ber daxwaza mafên xwe kir hat qetilkirin
Gelo ev jina serbixwe û navdar çawa bû mexdûra çand û qanûnên baviksalar ên li Îranê? Xizmek Solmaz, bersiva herî baş dide vê pirsê. Jina ku ferdek malbatê ye û bi nasnava Fehîme Muhammedî tê naskirin, wiha dibêje; "Solmaz demeke dirêj bi hevjînê xwe S.S. re pirsgirêkan dijiya lê hemû kesan hewl dan bêdeng bibe û eşkere neke. Kurek wê yê 17 salî hebû. Piştî nakokiyên wan zêde bûn, biryara hevberdanê da û xwest ji hev cuda bijîn. Solmaz demek dirêj ji aliyê aborî ve serbixwe û û jinek serkeftî bû lê hevjinê wê ne wisa bû. Piştî biryara cudabûnê, Solmaz daxwaza hevberdanê kir û daxwaza belavkirina milk, mehîr û mafên xwe yên qanûnî kir. Lê wî mêrî ji bo ji berpirsyariya madî bireve, hemû milkên xwe derbasî ser navê bavê xwe kiribû. Dema ku Solmaz di mafên xwe de îsrar kir, bi kêrê gef lê xwar û piştre wê kuşt.”
‘Bi 27 derbên kêran kuşt’
Antrenora voleybolê Solmaz Abbasî, di 28’ê Hezîranê de di ofîsa parêzerê xwe de bi 27 darbên kêrê hat qetilkirin. Li gorî agahiyan, ji ber ku beriya niha rastî gefan hatibû, hevdîtinê li ofîsa parêzeriyê pêk anîn. Lê êrîşkar bi kêrê gef li parêzer û karmendan xwar û dîl girt. Solmaz bir odeyek din û li wir qetil kir. Piştre hewl da xwe bikuje lê nemir. Niha li nexweşxaneyeke Urmiyeyê tê dermankirin û tê şopandin.
Cînayeta jinan mîna amûra bêdengkirina jinan tê bikaranîn
Li Îranê qetilkirina jinan a ji ber daxwaza mafên qanûnî, hevberdan, mehîr, welayeta zarokan an jî nafaqayê, ne rewşeke kêm tê dîtin e. Gelek ji van jinan, beriya werin qetilkirin rastî gefan hatin lê ne pergala daraze ne jî saziyên piştgiriya civakî parastina jinan nekirin. Solmaz Abbasî jî gelek caran hem devkî û hem jî nivîskî rastî gefan hat; li gorî îfadeyên xizmên wê, gelek zehmetiyan kişandiye.
Jinên ku dixwazin veqetin tên sûcdarkirin
Xwendekara xebatên jinan Şekîle Ahmedî, wiha dibêje: "Di pergala baviksalar de, ji bo jina ku mafên xwe dixwaze gotinên weke 'serhildêr', 'bêşerm', an jî 'malbata xwe wêran dike” tên bikaranîn. Her çendî qanûn li ser kaxezê hinek mafan nas dikin jî, pêvajoya xwegihandina van mafan gelek zehmet e û gelek caran ev pêvajo bi cînayetê bi encam dibe. Dema jin daxwaza mafên herî biçûk ên ji xwe hatine dayîn dikin, rastî bertekên gelek mezin tên. Civak jî gelek caran jinan fêm nake. Li şûna kiryar bidarizînin, pirsên weke “Te çima mehra xwe xwest?”, “Te çima doz vekir?”, “Tu çima bêdeng nemayî?” û “te çima efû nekir?” dikin.
Gef û kuştin
Îran mafên jinan bi yasayan naparêze qetilkirina Solmaz Abbasî, tenê yek ji hezaran cînayetên jinan e. Ev cînayet nîşan didin ku; jin li mal, kolan an jî di ofîsa derûnînas an jî şêwirmend de jî ne di ewlehiyê de ne. Nebûna stargehên bi ewle, tunebûna parastina qanûnî ya bi bandor û nezaniya civakî, hemû jinên ku mafên xwe digerin dike bin gefek mezin. Gelek caran ev gef, rasterast bi mirinê bi encam dibin.
Di qanûna Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo parastina jinan tu bend tuneye. Ev jî ji bo domandina serweriya baviksalar, mezinkirina çerxa cînayetên jinan, dibe bingeh.