Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Hezîranê de 10 jin hatin qetilkirin
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, ragihand ku di meha Hezîranê de li Rojhilatê Kurdistanê 10 jin hatin qetilkirin û 9 jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha Hezîrana borî de, li Rojhilatê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin û 9 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatin qetilkirin û 16 hezar û 568 tundiyên dijî jinan jî hatibûn tomarkirin.