Êrîşên Îsraîlê didomin: Zarok jî di nav de 14 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Medyaya Filistînê, ragihand ku îro danê sihare di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de zarok jî di nav de 14 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan û dehan kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Rûxmê ku li Xezayê piraniya wan zarok û jin 193 hezar Filîstinî jiyana xwe ji dest dan û birîndarbûn û zêdetirê 10 hezar kes jî windabûn jî, hêzên Îsraîlê şerê xwe ya qirkirinê li dijî gelê Zîvala Xezayê didomîne û bangên navneteweyî yên rawestina şer jî paşguh dike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA'yê, di daxuyaniya îro de ragihand ku di encama êrîşên topbaranê ya li dijî navend û rojavaya Xan Yûnisê û herêmên din ên Zîvala Xezayê de, zarok jî di nav de 14 Filîstinî jiyana xwe ji dest dan û dehan kes jî birîndar bûn.

Bernameya Xûrekê ya Cîhanê jî, ji bo gihandina alîkariya mirovî ya ji bo hemû sivîlên Zîvala Xezayê banga avakirina rêyên ewle kir û destnîşan kir ku divê rêyên kamyonan û xalên belavkirina alîkariya mirovî ji hemû çalakiyên leşkerî bên paqijkirin. Her wiha banga li Xezayê pêkanîna agirbestek lezgîn û mayînde kir.

Qeyrana mirovî kûrtir dibe

Bernameyê, di mijara qeyrana mirovî ya li Xezayê kûrtir dibe de hişyarî da û diyar kir ku li Xezayê her ji sê kesan kesek bi rojan ji xwegihandina xûrekê bêpar dibînin. Bername, diyar kir ku rûxmê rewşa ewlehiyê ya xirab, gihandina bisînor û zêdebûna bêhêvîtiya di navbera civakên xwedî pêdiviyên alîkariya xûrekê jî, mîsogerkirina alîkariya xûrekê bidomînin.

Şerê di navbera hêzên Îsraîl û Hamasê ya Cotmeha 2023’an de dest pê kir û di encamê de 57 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û 136 hezar kes jî birîndar bûn. Cenazeyê bi hezaran kesan hê di bin kavilan de ne û ekîbên ambulansê nikarin xwe bigihînin.