Li Îranê di berxwedana gel de jin tên hedefgirtin

Xwepêşandanên Îranê, Kirmaşan jî di nav de belavî hemû welat dibe. Gel li dijî hikûmetê li qadan berxwedana xwe didomîne, mudaxeleyên dijwar ên hêzên ewlehiyê, hejmarek zêde ya binçavkirin û bi zêdebûna kuştinê re bertek mezin dibin.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li Îranê ku ji ber krîza aborî destpê kirin, hefteyek li pey xwe hiştin. Piştî hefteyek, xwepêşandanên ku li Kirmaşanê destpê kirin, destpêkê bi grevên esnafan destpê kir û piştre veguherî xwepêşdanên qadan. Gel hê li dijî hikûmetê li ber xwe dide û kolan vegerandine qada pevçûnên di navabera gel û hêzên dewletê de.

Bi roja duyem re, xwepêşandan belavî herêmên cuda bûn û bi beşdarbûna zêdetir esnafan a grevê, li gelek xalên Kirmaşanê înternet bi temamî qut bû. Di destpêkê de xwepêşandan bi navendên bajar re sînordar bûn lê belê di roja duyem de Îslamabad, Sarpol Zehab, Sahne, Harsîn, Chahardeh, Mahîdasht û navçeyên din jî beşdarî xwepêşandanan bûn.

Ji ber qutbûna înternetê, agahiyên hejmara birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane sînordar in. Tevî vê, çavkaniyên gel û rêxistinên mafên mirovan, radigihînin ku xwepêşander û aktivîstên medyayê yên alîgirên gel hatine binçavkirin û ji rewşa birîndaran bi fikar in. Hinek çavkanî îfade dikin ku li Kirmaşanê zêdeyî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rasterast gule li xwepêşanderan tên barandin

Şahidan diyar kirin ku hêzên zextê ji bo belavkirina xwepêşanderan, tenê cop bi kar neanîne, rasterast gule berdidin. Li Noubaharê, piştî gaza çav dişewitîne, hêzên ewlehiyê rasterast gule berdan. Hinek şahidan diyar kirin ku kesên gule li wan ketine û birîndar bûne ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi cop û tifingan hatine derbkirine û wan birine cihek nediyar. 

Xwepêşandan belav dibin

Weke bersiva li dijî van xwepêşandanan, Hamaney zextê rewa dike û rê li ber wê yekê vedike ku hêzên dewletê zêdetir tundiyê bikin lê belê tevî zexta ewlehiyê û zoriyên zêde, hejmara kesên ku beşdarî xwepêşandanan dibin her diçe zêdetir dibe. Xwepêşandan belavî navendên bajar, navçeyen dibin. Bi taybetî navçeya Harsin xaleke girîng e. Ji ber beşek zêde ya nifûsê ji leşkeran pêk tê. Tevî vê jî gel tevî îhtimala zextek dijwar, daket kolanan û dirûşmên protestoyî bilind kirin. Li bajarên ku piraniya nifusê ji leşkeran pêk tê, nîşan dide ku berxwedana li dijî hikûmetê zêde bûye.

Daxwaza hevkariya kar

Di şertên ku belavbûna agahiyan bi awayekî cidî hatiye sînordarkirin de, xwepêşandan her roja diçe zêde dibin. Li gorî raporan, hikûmet bi daxwazên ku dema leşkeriyê kêm bikin û pileyên wan zêde bikin, zorî li wan dikin ku pê re havkariyê bikin. Lê belê gelek malbat li dijî vê pêkanînê derketin. Ev hewldan, nîşan dide ku hikûmet hewl dide xwendekaran ji bo hêzên ewlehiyê wek mertal bi karbînin. 

Li gorî çavdêran, yekîneyên taybet, tenê li rêyên bingehîn û meydanên navendî de erebeyên taybet bicih dikin. Bivî awayî ger pêwîst bike şûnde vegerin û dibin xwedî derfeta ewlehiya xwe pêkbînin. Li hemberî vê Yekîneyên xwendekaran bi cilên sivîl an jî bi peya li herêmên cûda hertim amadene. Lê belê ev model li hemû herêman ne wek heve. Hêzên bingehîn ku raste rast gule li xwepêşanderan di barînin, di bingeh de ji yîkeneyên artêşê pêktên.

Hejmarek zêde jin hatin binçavkirin

Li aliyê din, hejmara kesên li welat hatin binçavkirin her ku diçe zêde dibe. Welatiya Yasuc a 26 salî Zahra Îzdî Nîa, hate binçavkirin û bi biryara girtina demkî şandin girtîgehê. Di heman demê de hate diyarkirin ku di xwepêşandanên dawî de hejmarek zêde jin û zarokên keç hatin binçavkirin. Zahra Îzdî Nîa duh di dema xwepêşandanên li Yasuc de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin, piştî biryara girtina demkî ya mehekê sewqî girtîgehê hate kirin. Hê ti agahî derbarê sedemê girtinê de nehate parvekirin. Hate diyarkirin ku piraniya kesên hatine binçavkirin ji jinan pêktê.

Ji tîma futbolê destek

Lîstikvana tîma futbolê ya jinan a Îlamê Ghazal Morshidî, di wêneyê ku li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal parve kirî de ev peyam parve kir û got: “Dibe ez bibim ya piştî vê, li dixwazim bibim a dawî.” Ev peyam weke berteka li dijî mirin û tundiya li navçeya Îlan û Malekşah belav bû û di medyaya dijîtal de rastî eleqeyek mezin hat. Bû sembola qada werzîşê ji bo piştevaniya bi gel re.

Lîstikvana tîma futbolê ya jinan a Khatoon Bam Rojîn Tamrîan, agahiya ku li navçeya Malekşah welatî mirine û birîndar bûne parve kir, bal kişand ser rewşa krîza li herêmê ku di medyayê de qasî tê xwestin cih negirtî. Endama tîma Esteghlal Nastaran Moghîmî jî, wêneyê xwepêşanderek ku bi tenê li dijî hêzên zextê sekinî parve kir û got: “Êş, cesaretek ku bibe mînak ava kir.”

Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan hate tesbîtkirin

Nasnameya 17 kesên ku di nava hefteteyekê de di xwepêaşdanên li dijî krîza aborî li Îranê destpêkirîn hate tesbîtkitin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, nasnameya 17 kesên ku di hefteya yekem a xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. Rapora Hengaw diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane li bajarên wek  Malekşah, Hamedan, Harsîn, Nurabad (Delfan), Kuhdaşt, Azna, Lordegan, Fuladşah û Marvdaşah, Kermanşah, Loristan, Hamedan, Fars, Îlam, Çarmahal, Bakhtiyarî û Esfehanê ne. Hate diyarkirin ku herî kêm 6 kesên din ên nasnameya wan nehatî eşkekeririn jiyana xwe ji dest dan û ji aliyê rêxistinê ve hatiye lêkolînkirin. Di raporê de hate ragihandin ku medyaya Îranê diyar kiriye ku du kes yek jê 17 salî hatine qetilkirin û Hengaw da zanîn ku nasnameya du navên mijara xeberê hê tê lêkolînkirin.