Bihêzkirina jinên li welatên Ereb bijartin nîne, pêdivî ye

Seroka Heyeta Mutewelî ya Weqfa Parêzerên Jin ên Misrî Heba Adel got: “Rastiya ku pirsgirêkên jinan li seranserê cîhana Ereb di astek mezin de dişibin hev û paşketinên ku li welatan tên jiyîn, girîngiya hewldanên hevpar zêde dike.”

ESMAA FETHΠ 

Qahîre – Di salên dawî de, him di tundiya fîzîkî û him jî tundiya dîjîtal a li dijî jinan de zêdebûnek berbiçav hat dîtin. Ev yek rasterast bandor li ser jiyana gelek jinan a li malê, li kar û di civakê de kir. Ev diyarde, bû sedem ku rêxistinên jinan, bi rêya bernameyên ku armanc dikin ji ajiyê aborî, civakî û perwerdeyî ve bihêz bikin, balê bikşînin ser parastina jinan û destekkkirina serxwebûna wan.

Digel sînorkirinan bandorek şênber

Lêkolîn û çavdêriyên qadê, piştrast kirin ku bihêzkirina jinan çareseriya herî bibandor a têkoşîna li dijî van binpêkirinan e. Bihêzkirina jinan, dibe sedem ku jin biryarên xwe bigrin, bidestxistina dahatek bibiryar mîsoger dike û beşdariya wan a di civakê de zêde dike. Digel sînorkirina çavkanî û fînansmanan jî,  rêxistinên jinan bi pêşxistina bernameyên ku balê dikşînin ser perwerdehiyê, avakirina kapasîteyê û beşdarkirina jinan a ji bo jiyana aborî û siyasî, biser ketin û di qadê de bandorek şênber ava kirin.

Di vê çarçoveyê de, zehmetiyên di qada mewzûatê de bi zelalî xuya dibin. Hinek qanûnên heyî, pêdiviyên heyî yên jinan nîşan nadin û parastinek têrker peyda nakin. Ev yek jî pêdiviya reform û nûjênkirinê piştrast dike. Zehmetiyên têkildarî fînansekirin û domdariya projeyan jî, perçeyekî rastiya ku rêxistinên jinan pê re rû bi rû dimînin e. Lewma, plansaziya demdirêj û hevkariyên xwecihî û herêmî, ji bo mîsogerkirina domdariya bernameyan û bidestxistina bandora wan a tê hêvîkirin, pêdiviyek bingehîn e.

Ajansa me bi armanca nirxandina encam û zehmetiyên sala borî, bi Seroka Heyeta Mutewelî ya Weqfa Parêzerên Jin ên Misrî Heba Adel re hevpeyvînek pêk anî. Heba Adel, planên xwe yên sereke yên pêşerojê yên ji bo sala nû û bendewariyên xwe yên têkildarî rêça têkoşîna jinan, parve kir.

*Salekî pir tevlihev bidawî bû. Gelo hûn tundiya li dijî jinan û bandora wê ya li ser bernameyên rêxistinên jinan çawa dinirxînin?

Sala borî dozên zordestî, destdirêjî, şantajên dîjîtal û cînayetên bipergalî jî di nav de, di sûcên tundiya li dijî jinan de zêdebûnek cidî çêbû. Rêxistinên jinan li gorî salên berê, di aliyê temena jinên rastî binpêkirina hatine, cewherê sûcan, planên civakî yên jinên bandorbûyî de hejmarekî pir zêde serlêdanan girt.

Ev yek, meşandina kampanyayên hişyariyê yên domdar ên bi taybetî balê dikşîne ser sûcên dîjîtal, kir pêdiviyek mezin. Armanc parastina jinan û bihêzkirina serxwebûna wan bû. Van gavan hişyariya civakî ya têkildarî xeteriyên tundiyê û girîngiya bihêzkirinê ya mîna rêbazek parastinê, zêde kir.

Her wiha, me rêze bernameyên ku armanc dikirin kapasîteya jinan bipêş bixin û bihêz bikin, meşand.  Di nav wan de perwerdehiya li ser beşdariya siyasî ya jinan, pêşxistina jêhatiyên pîşeyî û bernameyên perwerdehiyê yên li ser lîdertî û jêhatiyên dîjîtal hebûn. Her wiha di çarçoveya Kampanyaya 16 Rojî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de, çalakiyên berfireh ên balê dikişînin ser biryarên navneteweyî yên têkildarî jinan, aştî û ewlehiyê, hatin lidarxistin. Di dema hilbijartinên sendîkayan de kampanyayên li ser bingeha bihêzkirina siyasî hatin meşandin û me di meclîsên cuda de ji bo zêdekirina nûnertiya jinan piştgirî da namzetên jin.

*Gelo nebûna fînansmanê çawa bandor li ser domandina bernameyên rêxistinên jinan ên li Misrê kir?

Nebûna fînansmanê, bi taybetî li welatên ku civaka sivîl ne xwedî çavkaniyên fînansekirinê ne rasterast bandor li ser gelek bernameyan kir. Hinek bernameyan ji ber ji nû ve dabeşkirina nexşeya fînansmanê ji nişka ve hatin rawestandin û ev yek jî ji bo rêxistinên jinan zehmetiyek mezin avakir.

Li hember vê yekê, ev qeyran ji nû ve teşwîqî fikirîna stratejiyên herêmî, pêşxistina çavkaniyên navxweyî û avakirina hevkariyên domdar kir. Bi perwerdekirina ekîban a di plansaziya demdirêj de, digel guherînên di fînansmanê de jî armanc kir ku di ber de xebat berdewam bikin û bandorek mayînde bê afirandin.

*Gelo bi taybetî di dosyaya hevkariyan de planên we yên pêşerojê ji bo sala nû çî ne?

Planên pêşerojê yên rêxistina me, zêdekirina bihêzkirina aborî û siyasî ya jinan, pêşxistina mewzûatên ji bo mîsogerkirina parastina wan a ji tundiyê û mîsogerkirina berdewamiya bernameyên perwerde û pîşeyî ne.

Her wiha di nav planan de girêdana projeyên bihêzkirinê ya bi pirsgirêkên jîngeh û domdariyê, pêşkêşkirina bernameyên perwerdehiyê yên nûjen a ji bo kêmkirina veqetandina zarokên keç a ji perwerdê û ji bo pêşxistina fêrbûn û jêhatiyên jiyanê peydakirina hawîrdorek bi ewle û teşwîqker, hene.

Rêxistin ji bo yekkirina hewldanan û zêdekirina parvekirina tecrûbeyên xwe ya di têkoşîna li dijî tundiyê de, di çarçoveya torên herêmî û peymanan de xwe dispêrin hevkariyan.

Ji bo projeyên hevbeş ên mîna pêşxistina qanûnên yekgirtî ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, di navbera rêxistinên cûrbecûr de hevgirtin pêk tên; bi rêya perwerde, lêkolîn û rêbazên pedagojîk, bernameyên bihêzkirina siyasî yên herêmî yên beşdariya jinan xurt dikin, tên meşandin.

Ev jî, hevkariyan li hember zehmetiyan hêmanek bingehîn a berxwedanê ye û domdarî û bandora bernameyan mîsoger dike. Rastiya ku pirsgirêkên jinan li seranserê cîhana Ereb di astek mezin de dişibin hev û paşketinên ku li welatan tên jiyîn, girîngiya hewldanên hevpar zêde dike.

Her wiha hevkariyên herêmî parvekirina tecrûbe û pêşxistina stratejiyê jî bihêz dike. Ev yek jî bi zêdekirina bihêzkirina siyasî û civakî ya jinan, bandorek berbiçav diafirîne.

*Nîqaşek li ser qanûnan, li ser pirsa "Gelo pêdivî hê zêdetir heye?” didome. Gelo hûn bandora qanûnên heyî ya ji bo parastina jinan çawa dibînin?

Pirsgirêka herî mezin, ji hejmara qanûnan wêdetir; kevinbûna qanûnên heyî û lihevnehatina rastiyên îroyîn e. Lewma, di afirandina qanûnên nû yên ji bo rewşa heyî guncaw in de, berpirsyariyek me ya mezin heye. Pêdivî bi betalkirina beşek girîng a biçûk nayê dîtin û anîna rêziknameyên nû yên hewcedariyên civakê pêk tînin, heye.

Nûjênkirina qanûnên heyî êdî netêrkêr e. Divê xebat li ser reformên nû yên qanûnî ku di navbera cezakirin û rehabîlîtasyonê de hevsengiyek çêdikin û hewcedariyên civakê nîşan didin, bên kirin. Her wiha ji bo mîsogerkirina guhertinek hişmendî û bidawîkirina pevçûnên çêkirî yên ku tundiya li dijî jinan asayî dikin, divê dewlet rola xwe di kampanyayên hişyariyê de ji nû ve bicîh bîne.

Tevî astengiyên mezin ên rêxistinên jinan di sala 2025’an de kişandin jî, hat dîtin ku bihêzkirina jinan ne vebijarkek duyemîn, ji bo têkoşîna li dijî tundî û bidestxistina edalet û wekheviyê pêdiviyek bingehîn e. Bernameyên cûrbecûr ên ji perwerdehiya lîderî û beşdariya siyasî bigre heta bihêzkirina aborî û kampanyayên hişyariyê ya li dijî tundiya dîjîtal û fîzîkî, pir girîng in. Her wiha hate nîşandan ku jin dikarin astengiyan veguherînin derfetan û di jiyan û civakên xwe de bandorên berbiçav biafirînin.

Hevpeyvîn, her wiha bi rêya pêşxistina çavkaniyên herêmî û avakirina hevkariyên herêmî û navneteweyî yên bihêz, girîngiya domdariyê ya di xebata jinan de hate tekezkirin. Hate nîşandan ku li hember guherînên fînansmanê an jî pirsgirêkên siyasî û qanûnî, xebata kolektîf a di navbera rêxistinên jinan de, kapasîteya parvekirina ezmûnan, pêşxistina stratejiyên bibandortir û meşandina têkoşînek hevrêz û rasteqîn a li dijî binpêkirinan zêde dike û bi vî rengî berdewamiya bernameyan mîsoger dike.

Li aliyekî din, eşkere ye ku qanûnên heyî hewceyî nûvekirinek berfireh ku rastiya heyî ya jinan baştir nîşan bidin û parastina rastîn li dijî hemû cûreyên tundiyê peyda bikin e. Dema reforma qanûnî û kampanyayên hişyariyê yên berdewam tên destgirtin, ji bo bidestxistina edaletê û têkoşîna bi bandor û domdar a li dijî binpêkirinan, kevirên bingehîn e.

Dema bi tevahî tê temaşekirin, rêya pêşiya tevgera jinan tijî astengî ye û derfetên mezin jî vedihewîne. Bihêzkirina jinan, pêşketina mewzûatan, veberhênana di hevkariyan de û pêkanîna bernameyên perwerdê û aborî yên domdar, gavên bingehîn ên avakirina civatek ewletir û dadperwertir ku dê bandorek rastîn û mayînde ji bo jin û zarokên li seranserê hemû beşên civakê bikin, hene.