Jinên Îranê: "Jin, Jiyan, Azadî" ji her demê zêdetir geştir e
Komekî jinên ji Tehran û Kerçê, daxuyaniyek weşandin û diyar kirin tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ya bi daxwazên xizan, karker û ciwanan re yek dibe, rûxmê tepeserkirinê jî qels nebû û hêj zêdetir radîkaltir û berfirehtir bû.
Navenda Nûçeyan – Komekî jinên ji Tehran û Kerçê, têkildarî xwepêşanên berfireh ên li seranserê Îranê daxuyaniyek weşandin. Jinan, di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku xwepêşandan li herêm û bajarên herî xizan ên Îranê belav dibin û dengê xwepêşandanê her roj ji "quncikên herî dûr ên civakê" bilindtir dibe û diyar kir ku dirûşmeya "Bitirsin, bitirsin, em hem^y bi hev re ne" veguherî sembola hevgirtina hêzên civakî.
‘Yekane rêya ji bo jiyan, azadî, serfirazî û aştî têkoşîn e’
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku gotina "em" karker, cotkar, xwendekar û hinek esnaf dihewîne û ev koman ji pêdiviyên bingehîn bêpar in û yekane rêya ji bo "jiyan, azadî, serfirazî û aştiyê" têkoşîn e û gotin: “Avahiya siyasî ya heyî, li ser newekhevî, cudakarî, gendelî û tundiye hatiye avakirin û rûxmê amûrên xwe yên zextê jî nikare li hemberê civatek ku "tiştekî winda bike nîne" bisekne.”
‘Em xwepêşandanên kolanan mîna parçeyek a têkoşîna xwe dibînin’
Jinan, di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku ew li kolanan cihê xwe digrin û bi tecrûbeyek hişmendtir û kûrtir dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" diqîrin. Jinan, gotin: “Em têkoşînê mîna "avahî û kok" bi nav dikin. Di dirûşmeyan de gotinên "Mirin ji Dîktator re" û "Ne Şah ne jî Lîder, Mirin ji Zalim re" xuya dibin. Em carek din diyar kirin heta ku newekhevî, cudakarî, tundî û darvekirin hebin, dê ala me bilind bibe. Em xwepêşandanên kolanan mîna parçeyek a têkoşîna xwe dibînin.”
Di daxuyaniyê de, rejîma Îranê mîna "tundwer û paşverû" hate pênasekirin û hate destnîşan kirin ku tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" him li dijî hikûmeta heyî û him jî li dijî herikên zextker û alîgirên monarşiyê têdikoşe.
‘Şoreş dê bi hevgirtina kolektîf pêk were’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêzên ku piştgirîya kedxwarî û cudakariyê dikin xwedî mekanîzmayên hevbeş in, lê dê li hember "şoreşa mezin" teslîm bibin. Her wiha destkeftî tenê dikarin bi rêya serfirazî, wekhevî û azadiyê werin bidestxistin û şoreş dê bi hevgirtina kolektîf pêk were.”