Civaka Îranê di daxwazên xwe de bi biryar e – GOTAR
Civaka Îranê sîstemek demokratîk dixwaze. Ger dewleta Îranê dixwaze xwe ji qeyrana siyasî, leşkerî, civakî û aborî xelas bike, divê guh bide daxwazên gel. Divê dawî li çav tirsandin û zextên xwe bîne. Êdî gel ji îdam, girtin an jî zextê natirse.
JÎNDA AMARA
Gelên Îranê di 28’ê Kanûna 2025’an de careke din li hember polîtîkayên rejîma Îranê daketin qadan. Her çiqas ev serhildan bi pêşengiya dikandaran li dijî xirabûna aboriya welat destpê kiribe jî, di bingeha xwe de gel ji zext, darvekirin, girtin û çewisandinê bezar bûye û dibêje êdî bes e! Em bala xwe bidinê vê carê serhildan li paytext Tehranê destpêkir. Li Îranê ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku li Îranê de dijîn rastî zext û zordariya dewletê tên, rejîmê hemû gelên li Îranê dijîn xistiye nav xizaniyek kur û xwe li ser her pêkateyên li welat ferz dike. Bi rojan aktîvîst, çalakvanên jin û mirovan, hunermend û hwd. bi hincetên cur bi cur tên girtin an biryara îdamê tê dayîn. Ji ber vê yekê gel êdî pêkanînên rejîmê qebûl nake. Ji ber vê sedemê di vê serhildana 28’ê Kanûnê de careke din xuya kir ku ji aliyê civakê ve tu rewatiya rejîmê nemaye.
Civaka Îranê ji ber polîtîkayên şaş bi hêrs e
Me berê jî anî bû ziman ku êdî li Îranê tiştek mîna berê nîne, ne civak civaka berê ye ku êdî bi darvekirin û girtinan xwe paş ve bikşîne, ne jî dewlet dewleta berê ye ku bi çêkên zorê çavê gel bitirsîne. Dewleta Îranê demeke pir dirêj e di nav qeyranek siyasî, leşkerî, civakî û aborî de ye. Civaka Îranê ji ber polîtîkayên şaş li hember dewletê di nav hêrsek mezin de ye. Di heman demê de rejîm bi hêzên hegemon re ket nav şerek hegemonîk. Ev şer jî hişt ku di nav Îranê de pirsgirêkên heyî zêdetir bibe. Her çiqas dewlet xwe pir bi hêz nîşan bide jî berovajî vê mirov dikare bibêje ku benê destê dewletê sist bûye. Ne dikare çareseriyên hundir çareser bike ne jî dikare xwe ji şerek hegamon rizgar bike. Ji ber vê yekê ye ku berê xwe dide civakê. Rejîm wisa difikire ku bi zextan dikare civakê bike bin kontrola xwe. Lê pêşveçûnên heyî nîşan didin ku bi dubarekirina polîtîkayên şaş pirsgirêk çareser nabe, berovajî vê hîn kurtir dibe.
Pirsgirêka li Îranê tê jiyîn ji rewşa aborî wêdetir e
Ev çend roj in çalakiyên ku li Tehranê destpê kir, li Rojhilatê Kurdistanê jî belav bûye. Ji Kirmanşahê bigre heya Îlam, Sine, Ûrmiye, Hemedan, Loristan û gelek bajarên din çalakiyên gel her ku diçe belav dibe. Wekî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” hemû gelên Îranê li dijî rejîmê bûn yek rih û têdikoşin. Her çend rayadarên dewletê ji bo hêrsa gel lawaz bike hinek daxuyaniyên girêdayî rewşa aborî bide jî, çalakî di nav civakê de belav bûye û êdî sîstema heyî qebûl nake. Em vê yekê di dirûşmeyên ku di nav serhildanê de tên berzkirin de dibînin. Jin, ciwan, kedkar, xwendekar hemû beşên civakê ne tenê ji bo rewşa aborî li dijî her cure zextan daketin kolanan. Pirsgirêka li Îranê tê jiyîn ji rewşa aborî wêdetir e, ev baş tê zanîn. Rejîm ev 47 sal in, bi qanûnên xwe yên şerîetê jin û civakê kiriye nav tarîtiyek. Îrade û azadiya gel ji destê wê girtiye. Em dikarin balê bikşînin ser vê yekê ku ji dîroka Komara Îslamî heya niha gelê Îranê tu carî sîstema heyî nepajirandiye. Her çiqas dem bi dem bêdengîbûn çêbibe jî, potansiyela serhildan û raperînê her di nav civakê de zîndî bûye. Her pirsgirêkek ku bingeha xwe ji rejîmê girtiye, bûye sedama nerazîbûn û serhildanê. Me vê yekê di serhildanên sala 2010’an, (Tevgera Kesk 88) 2018’an (Deymahê 96), 2019‘an (Abanê 98), dît.
Serhildan li cihê ku maye berdewam dike!
Komara îslamî wekî her car li şûna daxwaz û nerazîbûnên civakê li berçav bigre, vê carê jî bi qetilkirin, girtin û binçavkirinan bersiv da daxwazên gel. Li gor agahiyên ji welat tên, bi dehan kes hatine qetilkirin, birîndarkirin û girtin. Kesên ku hatine girtin tu agahî ji wan nayê girtin. Her çend ji ber kêmaniya înternetê û bê derfetiya çapemeniyê agahiyên berfireh nayên parvekirin jî, di hinek dîmenên medyaya dîjîtal de hatine parvekirin de, tê xuyakirin ku hêzên rejîmê rasterast gel gulebaran dike. Lê gel di daxwaz û biryara xwe de zelal e. Êdî gel rejîma desthilatdar ku mafê herî bingehîn jî ji nedîtî ve tê, qebûl nake. Ev biryardarî di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî de jî hat xuyakirin. Piştî ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi çalakiyên girseyî bidawî bû, rejîm wisa fikirî ku serhildanê têk bir. Berovajî vê, gelê Îranê piştî vê serhildanê jî agirê şoreşê her dem zindî hişt, ku ev raperîna gel a 28’ê Kanûnê destpê kir, berdewamiya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Yanî em dikarin bêjin ku serhildan li cihê ku maye berdewam dike!
Gel di guhertina sîstemê de bi biryar e
Wekî cara din dîsa jin pêşengtiya vê serhildanê dike. Ji ber ku herî zêde jinên Îranê ji polîtîkayên Komara Îslamî zirarê dibînin. Aboriya xirab yekser li ser jinê bandor dike, siyaseta ne demokratîk yekser tesîrê li jinê dike, civaka paşverû ku bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê digre herî zêde li ser jinê xwe ferz dike. Ji bo vê jî herî zêde jin li hember rejîmê bi hêrs e û li dijî wê radibe. Ji niha û pê ve tiştê ku divê li Îranê pêk were civaka demokratîk, siyaseta demokratîk e. Civak û siyaseta demokratîk bi xwe re sererastkirina krîza aborî, çareserkirina pirsgirêkên civakî jî tîne. Divê em ji vê yekê bawer bin. Ji ber ku derveyî vê tu alternatîfên ku dewletê daniye, qeyranê ji holê ranake. Civaka Îranê sîstemek demokratîk dixwaze, ev daxwaza wan pir zelal e. Ger dewleta Îranê dixwaze xwe ji qeyrana siyasî, leşkerî, civakî û aborî xelas bike, divê destpêkê guh bide daxwazên gel. Divê dawî li çav tirsandin û zextên xwe bîne. Gelek caran hat îspatkirin ku êdî gel ji îdam, girtin an jî zextê natirse. Divê êdî ev rastî bê dîtin ku gelê Îranê di guhertina sîstemê de bi biryar e. Ji ber vê yekê bi rojan e, li kolanan bê rawestin dirûşm berz dike û li dijî êrîşan berxwe dide.
Em carekî din bibîr bixin ku bangawaziya Rêber Apo ya bi navê aşitî û civaka demokratîk ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, ji bo dewleta Îranê jî derbasdar e. Dewleta Îranê ancax bi vê perspektîfê dikare xwe ji êrîşên derve biparêze û civak jî ancax bi vî awayî dikare di nav aramî û aşitiyê de bijî.
*Rojnameger