Di xwepêşandanên li Îranê de 990 kes hatin binçavkirin

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana, di xwepêşandanên li Îranê ku li 26 eyalet û 78 bajaran belavî bûye de 20 kes hatine qetilkirin û nêzî hezar kes jî hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li seranserî welat ku li bazara Alaeddîn a li Tahranê destpê kirin, di roja 9’an de li zêdetirî 222 deverên li 78 bajarên girêdayî 28 eyaletan belav bûye. Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana, amarên der barê xwepêşandana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de belav kir.

Hate ragihandin ku duh li 222 cihên cuda li 26 parêzgehên cuda yên Îranê xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê hebûn. Cihên xwepêşandan û nerazîbûn hebûn 17 dibistan û zanîngeh jî hebûn.

Li gorî daneyên belav kirî, heta niha 990 kes hatine binçavkirin. Tê pêşbînîkirin ku ev hejmar zêdetir be.

Hate ragihandin ku hatiye piştrastkirin ku 20 kes hatine qetilkirin û 51 kes jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku di çalakiya duh ya li navçeya Melekşahî ya Rojhilatê Kurdistanê nêzî 30 kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku ji ber birîna xetên înternet û sînordarkirina torên peywendiyan hejmara rast ya qetilkirin û birîndarkirinan nehatine zanîn.