Li Şerîaya Rojava rojnamevan Înas Îhlavî hat binçavkirin

Di dema serdegirtinên berfireh ên li Şerîaya Rojava de, hêzên Îsraîlê bi ser mala rojnamevana Filistînî Înas Îhlavî de girtin û ew binçav kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Bajar û bajarokên Şerîaya Rojava, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve operasyona  binçavkirinê ya berfireh hat destpêkirin. Di çarçoveya zincîra zextên hema bêje herêmên Filîstînê her roj hedef digrin de ev binçavkirin, di siya binpêkirinên milkan û mafê gelan de hate jiyîn. Ev jî, binçavkirin serdegirtin, ketina malan, lêgerînkirin û tirsandina gel digre nava xwe.

Hêzên Îsraîlê, îro ber destê sibê, bi ser gelek bajar û bajarokên li Şerîaya Rojava û kampên koçberan de girtin û bi dehan welatî binçav kirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de rojnamevan jî hene. Rojnamevan Înas Îhlavî, di dema serdegirtina mala wê ya li bajaroka Îzna ya li Rojavayê El- Halîl de, hate binçavkirin. 

Hêzên Îsraîlê di heman demê de li bajarê Tubas, herêma newal a el- Faria û Nablusê, hejmarek zêde ya welatiyan binçav kirin. Li kampa koçberan a Aîda ya li bakurê Nablusê, di operasyona binçavkirinê ya berfireh ku wek ‘raste raste’ hatiye binavkirin de, zêdeyî 25 kes hatin binçavkirin. Hêzên ewlehiyê, bi ser malan de girtin û xelkên qampê tirsandin.

Ev binçavkirin wek perçeyek ji operasyona binçavkirina bi dehan welatî ya di çarçoveya zîncîra girtin û serdegirtina ku gelek bajar kirî hedef, hat dîtin.