Hikûmeta Îranê li dijî gel şer ragihand

Serokê Dadweriya Îranê Gholamhossein Mohseni Ejeî û Muhafizên Şoreşa Lurestanê yên xwepêşanderan mîna "alozker" û “Ajanên Emerîka û Îsraîlê"bi nav kirin û li dijî gel şer ragihand.

Navenda Nûçeyan – Bi berdewamkirina xwepêşandanên girseyî ya li Îranê re, hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, li dijî xwepêşanderan şerekî vekirî ragihand.

Îro Serokê Dadweriya Îranê Gholamhossein Mohseni Ejeî, careke din xwepêşandan mîna "alozker" bi nav kir û ragihand ku ew ê li dijî xwepêşanderan tu "tehamul" nîşan nedin. Gholamhossein Mohseni Ejeî, diyar kir ku "Îsraîl û Emerîka piştgiriyê didin vê aloziyê" û ferman da hêzên ewlehiyê ku xwepêşandanan bi tundî tepeser bikin.

Gholamhossein Mohseni Ejeî, ferman da hêzên ewlehiyê ku kesên rasterast beşdarî xwepêşandanan nabin, lê alîkariya wan dikin jî bigrin û ceza bikin.

Di heman demê de Muhafizên Şoreşa Lurestanê jî di peyama xwe de careke din gef li xwepêşanderan xwar û wan mîna "alozker" bi nav kirin: "Kesên ku dibin sedema nearamiyê, hemû organîzator û çalakvan dê di zûtirîn dem de bên bicîhkirin û hemû berpirsiyar dê werin destnîşankirin û girtin."
Tecrûbeyên berê yên bi vî rengî nîşan didin ku gefên li dijî xwepêşanderan a ji aliyê Gholamhossein Mohseni Ejeî, ku di ewlehî û îstîxbaratê de xwedî paşerojek e, pir caran dibin sedema tepeserkirina tund a xwepêşandanan û girtinan. Çalakvanên mafên mirovan, gefên Gholamhossein Mohseni Ejeî mîna ragihandina şer a li dijî gelê xwe dibînin. Gholamhossein Mohseni Ejeî, di şerê dawî ya di navbera Îran û Îsraîlê de darvekirin û cezayên dijwar ên li dijî muxalifan rewa dît û ev yek jî bû sedema pêlek berfireh a darvekirinan.