Kesên hatin binçavkirin sewqî Girtîgehên Şîban û Sepîdarê hatin kirin
Piştî xwepêşandanên li Îranê ku ji ber krîza aborî destpêkir, bi dehan kesên ku li bajarê Îzehê hatin binçavkirin, di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de sewqî girtîgehên Şîban û Sepîdarê hatin kirin. Malbatan jî, der barê rewşa zarokên xwe de bê agahî ne.
Navenda Nûçeyan – Piştî xwepêşandanên berfireh ên li Îranê ku ji ber krîza aborî destpêkirî, bi dehan kesên ku li bajarê Îzehê hatin binçavkirin, di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de sewqî girtîgehên Şîban û Sepîdarê hatin kirin. Çavkaniyan ragihandin ku malbatan der barê rewşa xizmên xwe de bê agahî ne û di bin zexta derûnî de ne.
Li gorî raporan, roja înê 60-80 xwepêşanderên li Îzehê hatine binçavkirin, di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de bi du otobusan ji bo beşa karantînayê ya Girtîgeha Şîbanê hatine sewq kirin. Her wiha bi qasî 30-40 jinên ku hatine binçavkirin jî bi otobusan sewqî qawîşa jinan a Girtîgeha Sepîdarê hatin kirin.
Ev sewqkirina, bêyî agahiya malbatan û bi awayekî bêdeng hatin kirin. Li gorî çavkaniyan, kesên hatine girtin bi sûcên mîna "beşdarbûna serhildanê" û "kiryarên li dijî ewlehiya neteweyî" hatine tawanbarkirin.
Heta niha, der barê pêvajoya qanûnî, gihîştina parêzeran an derfetên hevpeyvînê yên kesên hatine girtin de tu agahî nehatiye parvekirin. Hinek rapor destnîşan dikin ku di dema lêpirsînê de ji bo bidestxistina îtîrafan zext û gef hatine bikar anîn.
Di heman demê de, çavkaniyên herêmî ragihandin ku bi dehan kes li bajarê Ramhormoz jî hatine girtin. Lêbelê, der barê hejmara giştî ya girtiyan an jî cihê ku ew lê têne girtin de tu agahîyên rast nehatine parvekirin. Malbatan hêj ji serlêdanên xwe yên ji bo rayedarên dadwerî û ewlehiyê tu bersiv negirtine û ev yek jî fikarên li ser tenduristî û mafên kesên di bin çavan de zêde dike.