Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîr anîn

Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn) li Hesekê hatin bibîr anîn.

Hesekê – Kongra Star bi boneya 14’emîn salvegera qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) a li Parîsê, li kantona Hesekê çalakiya bîranînê li dar xist.

Sê şoreşgerên jin ên ku di komploya li Parîsê de di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin, bi çalakiyekê ji aliyê Kongra Star ve hatin bîranîn. Rêxistinên civakî yên sivîl ji Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê û Zirkanê, her wiha endamên Navenda Heyva Zêrîn û Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî bîranînê bûn.

Bernameya bîranînê bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî wê, endama Rêveberiya Kantona Kongra Star a Hesekê Viyan Efrîn axivî û bal kişand ser rola dîrokî ya şoreşgerên jin ên li Parîsê hatine qetilkirin di têkoşîna azadiya jinên Kurd de.

Viyan Efrîn di axaftina xwe de ev tişt got: "Çiqas em li ser şeş hevalên ku di komkujiya Parîsê de şehîd bûn biaxivin, çiqas pirtûk binivîsin jî, em nikarin têkoşîna ku wan daye bi tevahî vebêjin. Şehîd Sakîne Cansiz destpêka dîroka azadiyê ye ji bo tevgera azadiya jinan û ji bo hemû jinan."

Viyan Efrîn tekez kir ku Sakîne Cansiz jiyana xwe bi têkoşînê ve girêdaye û got, "Heval Sakîne digot, 'Jiyana min her tim têkoşîn bû.' Wê bi fedakirina canê xwe li dijî zîhniyeta ku gelê Kurd înkar û paşguh dike şer kir. Hevrê Sakîne û hemû hevalên me yên li Parîsê şehîd bûne di têkoşîna azadiya jinên Kurd de cihekî pir girîng digirin."

Piştî axaftinan, hunermendan stranên gelêrî yên Kurdî pêşkêş kirin. Di stranan de hem şehîdên Parîsê û hem jî têkoşîna azadiyê ya li Rojava û Kurdistanê hatin rêzgirtin.

Bîranîn bi pêşkêşkirina sînevîzyoneke ku têkoşîna Sakîne Cansiz, Leyla Şamlemez û Fîda Dogan nîşan dida, bi dawî bû.