'Xwepêşandan yekane rêya rizgariyê ye'
Sendîkaya Mamosteyên Kirmaşanê, bi daxuyaniyekî piştgirî da xwepêşandanên li seranserê welat û rewşa aborî ya li Îranê mîna "karesat" bi nav kir.
Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Mamosteyên Kirmaşanê, daxuyaniyek weşand û hevgirtina xwe ya bi xwepêşanderên li Îranê re ragihand. Di daxuyaniyê de, balkişandin li ser zêdebûna xizaniyê, gendeliya avahîsaziyê û zêdebûna bêkontrol a bihayê û hate destnîşan kirin ku beşên cûda yên civakê êdî nikarin tehemûla rewşa heyî bikin.
Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku qeyranên heyî encama rasterast a bêxemiya hikûmetê ya li hember debara jiyanê û mafên mirovan e û xwepêşandan û grev tenê rêya rizgarbûna civakê ji van şert û mercên neguhêrbar in.
Daxuyaniya Sendîkaya Mamosteyên Kirmaşanê wiha ye:
“Xizanî, gendelî û zêdebûna bêkontrol a bihayan, civakî gihandiye ber hilweşîna aborî û hilweşîna civakî. Karker, jin, xwendekar, mamoste, hemşîre, teqawîd û karmendên mûçegir jî di nav de hemû beşên civakê, nikarin tehemûlê bi van karesatên ku ji hilweşîna aborî û bêxemiya hikûmetê ya li hember mafên mirovan derdikevin bikin.
Li hemberê vê xizanî û sefaletê zêde dibe, yekane vebijarka gel a li dijî van şert û mercên dijwar û bêhntengî yên ku jiyana piraniya mirovan ber bi hilweşîn û mirinê ve dibin, li seranserê welat lidarxistina xwepêşandan û grevan e. Tiştê ku îro li kolanên bajarên cûda yên Îranê diqewime, êşa hevpar a gel li dijî hikûmeta rantker û dîz nîşan dide.
Em bi awayekî kûrahî fêmkirina vê rewşa tijî sefalet, piştgiriyê didin daxwazên rewa yên gel û hemû cureyên tundiyê ya li dijî xwepêşanderan şermezar dikin. Em bi wan re û bi yek dengî diqîrin:
"Zêdebûna bihayê, enflasyon / belaya gel: Xwepêşandan, hevgirtin
Li dijî xizanî û gendeliyê û rewşa aborî ya li Îranê mîna "karesat."