Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 176’emîn didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt, di roja 900’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 176’emîn, di roja xwe ya 900’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 175’emîn Helîm Îşlek axivî.

‘Dewleta Tirk rastiyan nabêje’

Helîm Îşlek di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca wan a çalakiyê ewe ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin û bi fîzîkî azad bikin. Helîm Îşlek wiha berdewam kir: “Em dixwazin Rêberê xwe bi fîzîkî nav xwede bibînin. Dewlet Tirk dibêje pêvajoyek hatiye destpêkirin, lê heta niha ti gav ne avêtiye. Hevdîtin li gel Rêbertî têne kirin lê li gor demê hevdîtinek têrker ne hatiye kirin. Dewleta Tirk rastiyan nabêje. Tecrîd hîna ne rabuye, hîna girtî di zindanan de ne. Ji bo wê baweriya me bi dewleta Tirk nayê. Rêbertî û gelê Kurd gav avêtin, niha divê dewlet jî gavan bavêje.”

Helîm Îşlet axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad nebe û em dinava xwe de nebînin, em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 176’emîn û dirûşmeyan dawî bû.