Li Şengalê ji bo pêngava li dijî xwekuştinan belavok hatin belavkirin

Ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî ve ji bo pêngava ‘Xwe Nekuje Her Xwe Kuştinek Fermanek e’ belavok hatin belav kirin.

Şengal – Li Şengalê ji ber zêde xwe kuştina jin û ciwanan pêngava Xwe Nekuje her xwe kuştinek fermanek e di 30 Cotmeha sala 2025 de bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatibû ragihandin. Ev pêngav demek e li Şengalê berdewam dike.

Ji bo hişyarkirina civakê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî ve belavok hatin amade kirin. Ji bo belav kirina belavoka  endamên Sitiya Nexşa û mamosteyan tevlî vê çalakiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî bûn  û li navçeya Xanesorê belavoka belav kirin.