Bîjîşka diranan û aktîvîsta civaka sivîl Ferîba Huseyînî hat binçavkirin
Bîjîşka diranan û aktîvîsta civaka sivîl Ferîba Huseyînî ya li Şîrazê dijî, duh li mala xwe hat binçavkirin û wê birin cihekî nediyar.
Navenda Nûçeyan- Bîjîşka diranan û aktîvîsta civaka sivîl Ferîba Huseyînî ya 37 salî ya li Şîrazê dijî, duh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hat binçavkirin û wê birin cihekî nediyar. Tevî ku Ferîba Hoseyînî berê ji ber çalakiyên xwe mehkûmê cezayê girtîgehê ya di bin çavdêriya elektronîkî de bû jî hat binçavkirin.
Parêzer Fereşte Tabanîan, di parvekirina xwe ya medyaya dîtîjal de wiha got: "Bîjîşka diranan û aktîvîsta civaka sivîl Ferîba Huseyînî, duh li Şîrazê li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û wê birin cihekî nediyar."
Parêzera Ferîba Huseyînî Astarah Ansarî jî, agahiyê piştrast kir û diyar kir ku heta niha der barê Ferîba Huseyînî de tu agahî nehatiye dayîn.
Ev binçavkirin, piştî parvekirina Ferîba Huseyînî ya beriya du rojan li ser hesabê xwe yê X dabû pêk hat. Ferîba Huseyînî, di parvekirina xwe de wiha nivîsandibû: "Hewldan bi cop, lêdan û îşkence, paîntbal û gaza îsotê dengê me qut bikin le rêhevalên min, min ji binçavkirinê rizgar kirin.” Ferîba Huseyînî ku beriya niha di 21’ê Hezirana 2025’an de ji ber "nivîsandina dirûşman" hatibû binçavkirin, di Tîrmehê de piştî greva birçîbûnê ya 20 rojan bi kefalet hat berdan.
Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê, bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" salek cezayê girtîgehê da Ferîba Huseyînî û du sal qedexeya medyaya dîjîtal, du sal qedexeya rêwîtiyê û betalkirina pasaportê hat dayîn. Ev biryar ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Farsê ve hat piştrastkirin û dawî lê hat anîn. Ferîba Huseyînî vê dawiyê ragihand ku beriya demek kurt teblîxata cezayê xwe girtiye û sînordarkirina azadiya xwe bi riya çavdêriya elektronîk rexne kir û wiha got: "Ez naçim; lê ger werin û derî bişkînin û min bibin, ez ê werim." Rayedarên Farsê, der barê binçavkirin û serdegirtina malê de tu daxuyaniyek din nedan.