Karê çandinî û xwedîkirina sewalan ji aliyê jinan ve tê meşandin

Ji jinên ku li Reqa di karê çandiniyê û xwedîkiririna sewalan de dahata xwe pêktîne Hilala Al-Diri diyarkir ku tevî hemû zehmetiyan jin xebatên çandiniyê weke mîrîs îro jî berdewam dike.

YUSRA EL-EHMED

Reqa- Hilala Al-Diri ku li gundê Hawija Hassan ku dikeve rojavayê Kantona Reqa ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye jiyan dike, dahata xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan pêktîne û anî ziman ku gelek jin weke wê bi karê çandinî û xwedîkirina sewalan dahata xwe pêk tînin.

Hîlala Al-Dirî îşaret bi zehmetiyên li herêmên çolwar kir û bi bîrxist ku ava vexwarinê bi bîdonan ji mesafeyên dûr tînin. Hilala Al-Dirî anî ziman ku hem bi karê çandinî û hem jî bi xwedîkirina sewalan ve mijul dibe û şev û roj dixebite û wiha got: “Weke jin, ji avêtina tov bigre heta şîn bibe em kedek mezin didin. Di mehên zivîstanê de hinek sebze û fêkî û di mehên havînê de em genim û ceh di çînin.”

Hilala Al-Diri diyar kir ku beramberiya ev karê ewqas zêde û saetên dirêj bacek kêm digrin û ev tişt got: “Tevî hemû zehmetî, xebatên zêde  bacên xebitina di çandiniyê de gelek kême. Germahiya ewqas zêde gelek bandor dike. Baca ku ez digrim, ez nikarin dahata mala xwe û malbata xwe pêk bînim.”

‘Em di navbera xwe de hevkariyê dikin’

Hilala Al-Dirî destnîşan kir ku jin xebatên çandiyê û xwedîkirina sewalan weke mîras girtine û îro jî berdewam dike û anî ziman ku tevî van hemû zehmetiyan ji bo vî karî dike gelek keyfxweş e û wiha got: “Bîranînên min yên ciwantiyê tîne, her çend piraniya jinan tercîh bike li bajaran jiyan bikin, ez bi israr li çolwariyê mam û ez jiyana xwe bi vî awayî berdewam dikim. Ji ber ez di hembêza xwezayê de mezin bûme û ez bêyî wê tucaran nabin. Di xebatên jinên li çolwar de hevkarî serwer e. Em li gel mirov û cîranên xwe hevkariyê dikin, bi awayê kom em di nava baxçeyan de di gerîn alîkariya hevdû dikin.” 

‘Li bajaran bijartekên kar zêde ne’

Alia Al-Derwish ya 47 salî di fabrîqeya avê li Reqa de di xebite û anî ziman ku li herêmên çolwar jin tenê karê çandinî û xwedîkirina sewalan dike û li bajaran bijartekên kar ji bo jinan gelek zêdetire.