Hevşaredarên jin ên Partiya DEM’ê li Şaxê li hev civiyan

14 hevşaredarên jin û endamên meclisa DEM’ê ya Wanê li Şaxê bi civînekê hatin cem hev.

Navenda Nûçeyan - Hevşaredar û endamên meclisên jinan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) de û 13 navçeyên din, bi hevşaredara DEM’ê ya Wanê Gulşen Kurt re li navçeya Şaxê hatin cem hev.

Jinan serdana esnafan kir û li pirsgirêkên şêniyên navçeyê guhdar kirin. Piştre hevşaredar û endamên meclisê çûn avahiya şaredariya navçeyê û têkildarî pirsgirêkên navçeyê û çareseriya wan civînek li dar xistin. Piştî civînê hevşaredar û endamên meclisê çûn serdana Sûlava Şax Kanîspî û Tesîsa Paqijkirina Berşo ya Çatakê lêkolîn kirin.