Li Girê Spî zarokek hat qetilkirin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Silûkê ya Girê Spî ya dagirkirî zarokê bi navê Îbrahîm El-Elan qetil kirin.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Silûkê ya Girê Spî ya bajarokekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve hatiye dagirkirin, zarokê bi navê Îbrahîm Al Elan (13) ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin û bavê wî Îbrahîm Al Elan birîndar kirin.

Gel bertek nîşanî bûyerê da, dikanên xwe girtin û banga çalakiyê kirin.