Zeynep Kinaci li Şengalê hat bibîr anîn

Li Serdeşta Şengalê bi wesîleya salvegera Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi beşdariya endamên meclisê civînek hat lidarxistin û pêşengên têkoşîna azadiyê yên di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranin.

Şengal – Meclisa Jinan a Serdeştê ji 20’ê Hezîranê ve ji bo bîranîna Zîlan (Zeynep Kinaci) civînan didomîne. Meclisa jinan a Serdeştê bi beşdariya hemû endamên meclisê civînek li dar xist û Zîlanê bi bîr anî. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û axaftina destpêkê ji aliyê endama meclisa jinan a Serdeştê Neam Ilyas ve hat kirin. Di heman demê de sînevîzyona li ser jiyan û çalakiya Zîlanê hat temaşekirin.

‘Em ê şopdarên Zîlanê bin’

Endama meclisa jinan a Serdeştê Neam Ilyas civînê bi rêve bir pêşengên têkoşîna azadiyê yên di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em hemû şehîdên vê mehê di şexsê şehîd Zîlan de bi bîr tînin. Şehîd ji me re bûn pêşeng, îro em dikarin têbikoşîn li hemberî dijminê hov. Şehîd Zîlan li dijî komploya ku li hemberî serok hatibû plankirin çalakiya fedayî li dar xist û ew komplo vala derxist. Hindî ji jiyanê hez dikir çalakiya fedayî li dar xist. Piştî wê çalakiyê tirseke mezin ket dilê dijminan. Siyaset û komploya wê demê niha jî berdewam dike. Ger em li ser fikrên serokatî xwe birêxistin nekin, wê dijmin zêdetir êrîşî jinan bike.”

‘Êşa jinan yek e’

Neam Ilyas, di dawiyê de soza xwe dubare kir û wiha got: “Ev meh meha jinan e. Jinan tu carî koletî û biçûkxistinê qebûl nekirine. Pêşengî kirine di vê mehê de. Me jî weke jinên Êzidî ji tunebûnê xwe ava kir. Êşa jinan hemûyan yek e. Tecrîda ku li ser serok tê meşandin em qebûl nakin. Tecrîdeke wisa di cîhanê de nîn e. Ji fikrên wî yên azad ditirsin. Ji ber ku biçûk û mezin xwe li ser fikrên wî birêxistin dikin. Hevala Zîlan gotibû “Ji canê min zêdetir tiştek hebûya min ê diyarî serok bikra.” Serok Apo jî got “Zîlan fermandara min e.” Em ê weke jin li pey şopa şehîdan bin û Zîlan, Sema û hemû şehîdan bi bîr tînin.”

‘Zîlanê bi çalakiya xwe bersiv da komplogeran’

Endama Meclisa Serdeştê Xalîde Xidir jî da zanîn ku ew şopdarên Zîlanê ne û wiha got: “Em ji bo bîranîna şehîd Zîlan civînan li Serdeşta Şengalê li dar dixin û wê bi bîr tînin. Em di kesayeta şehîd Zîlan de hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Şehîd Zîlan komplo û planên li ser Serok Apo qebûl nekir û çalakiya fedayî li dar xist. Îro em jî tiştekî der barê rewşa Serok de nizanin. Daxwaza me ew e em agahî ji Serok bigrin. Em ê têbikoşin heta agahiyek jê bigrin. Di dawiyê de dibêjim em ê şopdarên hevala Zîlan bin.”