‘Bi felsefeya Rêber Apo em bûn xwedî nasname’

Li taxa El-Teyî ya Qamişlo jin paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin. Jinên ku beşdarî xwendinê dibin gotin: “Bi felsefeya Rêber Apo em bûn xwedî nasname.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Di sala 2022’yan de li taxa El-Teyî ya beriya 2021’an di bin kontrola hikumeta Şamê de bû Mala Jin hat avakirin. Mala Jin a li taxa  El-Teyî bi gelek kar û xebatan radibe, perewerdeyên curbecur dide jinan. Nêzî 3 mehan e Mala Jin dest bi xwendina pareznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye.

‘3 meh in parêznameyên Ocalan tên xwendin’

Rêvebera Mala Jin a taxa El-Teyî, Yasmîn Îsa behsa destpêka xwendina pareznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: "Ev nêzî 3 mehan e me dest bi xwendina parêznameyan kiriye. Me dît ku jinên pêkhateyên me yên Ereb pêwîstiya wan bi xwendina pareznameyan heye. Bandoreke erênî li jinan dike gelek guhertin bi jinan re çêdike. Her roja ku em pareznameyan dixwînin nêzî 30 jin tevlî perwerdeyê dibin bi encamên serkeftî derbas dibe."

‘Guherînên erênî çêdibin’

Yasmîn Îsa bal kişand ser girîngiya xwendina parêznameyan û pandora wan a li ser jinên pêkhateyên Ereb û wiha berdewam kir: "Jinên pêkhateyên Ereb ji her karê ku em dikin bi bandor dibin û guhertinên erênî bi wan re çêdibin. Jinên taxê biryar girtin ku em pareznameyên Rêber Apo bixwînin, bi xwendina her rûpelek ji paraznameyê nîqaş û şîroveya gotin bi gotin tê kirin. Ew bi xwe gelekî kêfxweş dibin bi xwendina paraznameyan, zihniyet li cem wan tê guhertin rastiya jinan û danasîna mafên jinan hîn dibin. Ew bi xwe dibin xwedî biryar û îrade. Di roja me ya îro de em dibînin ku jinên pêkhateyên Ereb di her saziyê de kar dikin û hinek ji wan di asta rêveberiyê de ne. Ev bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye."   

‘Em bi xwendina parêznameyan hînî mafên jinan dibin’

Ji pêkhateyên Ereb Xatûn Ebd El-Rezaq têkildarî xwendina parêznameyan axivî û bal kişand ser zihniyeta pêkhateyên Ereb a beriya şoreşê û piştî şoreşê her wiha diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûne xwedî nasname û îrade û wiha pê de çû: "Armanca me bi xwendina pareznameyên Rêber Apo zanîna mafên jinan e. Bi xwendina van parêznameyan em weke jinên pêkhateyên Ereb hînî mafên xwe dibin, digihîjin asteke bi biryar û îrade. Çima em ji van parêznameyan bi bandor dibin ji ber ku Rêber Apo rêberekî xwedî fikrên neteweya demokratîk e ne tenê Rêberê gelê kurd e."

‘Bi felsefeya Rêber Apo jinên Ereb bûn xwedî nasname’

Xatûn Ebd El-Rezaq behsa zehmetiyên xwe yên destpêka tevlibûna xebatên Rêxistina Kongra Star, piştî rizgarkirina taxa El-Teyî kir û wiha bi dawî kir: "Beriya ku taxa El-Teyî were rizgarkirin ez di bin zihniyeta koledariyê de dijiyam lê piştî rizgarkirina taxê gav bi gav ew zihniyet hat guhertin. Ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo ye. Her tişt bi demê re tê guhertin bi riya berwerde, serdanên rêxistina Kongra Star em tu carî ne poşman in naskirina me ji tevgera azadiyê re û bi felsefeya Rêber Apo, em jinên Ereb bûn xwedî nasname. Ez ji hemû jinên pêkhateyan re dibêjim dest bi xwendina parêznameyan bikin ji ber ku ev parêzname perwerdeya herî mezin in."