4’emîn salvegera damezrandina YRJ’ê hat pîrozkirin

Yekîtiya Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya çaremîn salvegera damezrandina xwe, li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist.

Qamişlo- Di 28'ê Hezîrana 2020’an de ji bo hebûna sîwaneke jinên rojnamevan û xebatkarên qada çapemeniyê, Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hate avakirin. YRJ’ê bi amadebûna bi dehan endamên yekîtiyê û jinên rojnamevan, salvegera xwe ya çaremîn bi şahiyekê pîroz kir. Şahî li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê li ser danasîn, kar û xebatên yekîtiyê sinvizyonek hate pêşandan.

‘Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rastiyê can feda kirin’

Di pîroz bahiyê de, Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin Arîn Siwêd axivî. Ahîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de çaremîn salvegera YRJ li hemû rojnamevên jin pîroz kir û got: “Gereke em rêya şehîdên xwe yên rojnamevan bişopînin. Gelek rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet ên jin berxwedaniyeke mezin dan meşandin ji bo ragihandina rastiyan û canê xwe feda kirin. Heta roja îro tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28 şehîdên qada çapemeniyê hene di nav de jin. Bêguman cihê rêzdariyê ye ku em wan bibîr bixin û rêka wan dewam bikin.”

‘Jin têkoşîna xwe dewam dikin’

Arîn Siwêd bal kişand li ser ked û têkoşîna jinan a li hemberî desthilatdariyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hevalên jin çiqas ked dan ji bo ku karîbin nêrînên xwe bînin ziman, heta niha jinan gelek zehmetî derbas kirin û ber bi serkeftinê ve çûne. Li kêleka vê, jin hîn jî li dijî desthilatdariyê têkoşîn dikin.”