‘Sûdan bi felaketa birçîbûnê ya heta niha nehatiye dîtin re rûbirû ye!’

Li gorî rapora IPC’ê, Sûdan di merheleya herî xirab a birçîbûnê de ye. Li welat bi giştî 25,6 milyon mirov birçî ne. Hişyarî hat kirin ku di qada navneteweyî de ger çalakî û fînansmaneke hevpar çênebe dê rewş ji kontrolê derbikeve.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO), Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser krîza xurekê ya ku li Sûdanê ji ber şer çêbûye, daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku projeksiyonên ewlehiya xurekê yên nû ji bo Sûdanê di asteke bi fikar de ye û wiha hat gotin: "Projeksiyonên heyî nîşan didin ku ji dema krîza Darfur a di destpêka salên 2000’î de çêbûbû, bi krîza birçîbûnê ya nehatiye dîtin re rûbirû ye.”

‘Ji bo alîkariya însanî agirbesta lezgîn pêwîst e’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ajansên têkildarî NY, diyar kirine ku di şerê ji saleke zêdetir e berdewam dike de pergala xurekê bi temamî xirab bûye û bal hat kişandin ku bi taybetî mercên zarok tê de dijîn pir xirab bûne û hat ragihandin ku bi agirbesteke lezgîn, astengî dikarin werin rakirin û ajansên NY alîkariya mirovî bigihîjînin cihê wan.

‘Pêdivî bi 60 milyon dolarî heye’

Di daneyên IPC’ê yên ji sala 2004'an ve tên girtin de hatiye îsbatkirin ku li Sûdanê cara yekem mercên felaketê weke (Merheleya IPC 5.) hatiye. Di daxuyaniyê de cih ji nêrînên Dîrektorê Giştî yê FAO’yê Çu Dongyu, wiha gotiye:

 "Analîza nû ya IPC’ê nîşan da ku li Sûdanê jiyana bi milyonan mirovan di bin xeterê de ye, krîza xurekê mezintir dibe. Em niha ji bo demsala çandiniya sereke, tovên ku jiyanê rizgar dikin teslîm dikin. Ji bo cotkarên Sûdanê dem kêm maye. Ji bo Plana Tedbîra Xelayê Kıtlık bikeve meriyetê pêdivî bi lezgînî bi 60 milyon dolarî heye."

‘Dem nemaye’

Dîrektorê Îcrayê yê WFP’ê Cîndy McCain, diyar kir ku koma WFP'ê ya li Sûdanê ji bo alîkariyan bigihîjîne cihê wan, di mercên bi xeter de dixebite,  û bal kişand ku pêdivî bi lezgînî bi gihîştina alîkariya mirovî heye û ji bo vê jî hewce ye fînasman zêde bibe. Dîrektorê Îcrayê yê UNICEF’ê Catherine Russell jî diyar kir ku rewşa dawî nîşan dide ku ji ber pevçûnên li Sûdanê zarok di rewşeke gelek xirab de ne û got: “Birçîbûn û kêmbûna xwarinê, di asteke bi xeter de mezin dibe û ger di qada navneteweyî de çalakî û fînansman çênebe dê rewş bi temamî ji kontrolê derkeve ev yek jî xeterek mezin e. Ji ber wê jî dema ku winda bibe nemaye. "

Dîrektorê Giştî yê Rêxixstina Tendirustiyê yê Cîhanê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, di daxuyaniya ku ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da de diyar kir ku li Sûdanê ji 5 kesan yek birçî ye û got: "755 hezar kes di asta felaketê de bi birçîbûnêr e rûbirû ne. 25,6 milyon kes bi birçîbûna di asta akut re rûbirû ne. Ev, yek asta herî xirab a ku li Sûdanê ji aliyê IPC’ê ve hatine qeydkirin in”