Li Amedê bi gotina ‘Em Hîzbullahî ne’ gef li jinan hat xwarin

Li Amedê komek mêran, ji jinên ku di hewza sîteyek de avjeniyê dikirin re gotin: “Me kalên we qetil kirin. Gora wan hê jî ne diyar e” û bi gotina: “Kes bi saxî ji vir dernakeve” gef li wan xwarin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Amedê kesekî ku li heman sîteyê rûdinê, komek mêran bi xwe re bir û bi bivir li jinên rûniştvanên sîteyê ku ketibûn hewza sîteya Doga Evlerî ya taxa Talaytepe ya girêdayî navçeya Kayapinar a Amedê, heqaret kir û êrişên wan kir. Hat hînbûn ku yek ji kesên deriyê ketina hewzê girtiye gef li welatiyên ku bertek nîşanî wî dane xwariye û gotiye: “Me kalên we qetil kirin, gora wan hê jî ne diyar e, hûn bi kê re diaxivin?” û bi gotina “Îro tu kes bi saxî ji vir dernakeve” gef li wan xwariye.

Polîsan bûyer ji rêveberiyê re hiştin û çûn

Piştî ku bûyer mezin bû, polîs hatin cihê bûyerê û her du alî ji hev cuda kirin û derket holê ku polîsan ji rûniştvanên cihê bûyerê re gotine: “Bi rêveberiyê re çareser bikin.” Li ser mijarê em bi jineke ku li sîteyê ye re axivîn û diyar kir ku ev 2 roj in li sîteya wan bûyer didomin û ewlehiya wan tune ye û îdia kir ku rêvebiriya sîteyê jî li kêleka kesên ku gef li wan xwarine cih girtiye û kêr kişandine.

‘Bi gotina em Hîzbullahî ne êriş kirin’

Jina ciwan a ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê wê bidin, der barê bûyera ku jiyaye de ev tişt got: “Hê jî bûyer bi dawî nebûne. Piştî bûyerê rêveberê sîteyê hat gel me û kêr derxist. Dayika min ji ser hişê xwe çû, me ew bir nexweşxaneyê. Polîs hatin lê bêyî ku kesê binçav bikin derketin. Em niha bi van re mijûl dibin. Hewz hewzeke girtî bû û dîsa jî wan ev tişt kirin. Li gel me komkujiyên ku kirine parast û bêyî ku bitirse bi deqîqeyan gef li me xwar. Gotin ‘Em Hizbullahî ne, kes ji vir bi saxî dernakeve.’ Rewş çû cihên pir cuda. Ez ê gilî bikim, her kesê li sîteyê gilî dike. Dema em ji rêveberiyê re dibêjin jî rêveberî tiştekî nake. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Ev du roj in, gef û heqaret berdewam dikin.”