Komun li ser bingeha edalet û wekheviyê xwe bi rêxistin dikin
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî prensîbên sîstema rêxistinî ya komunal û demokratîk, hevkariya sosyalîsat di nav jin û mêran de heye. Sîstema komunan jî xwe li ser bingeha edalet û wekheviyê bi rêxistin dike.

NÛR EL-EHEMED
Reqa – Sîstema Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rêxistina meclîs û komînan hatiye damezrandin. Têgeha sîstema komunal ku stûna sereke ya pergala neteweya demokratîk a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin e, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnek bêhempa û nû ye. Komun, li ser bingeha sîstema hevserokatiyê hatine avakirin û îradeya civakê temsîl dikin.
Komun yek ji rêbazên avakirina civakek dadwer û wekhev e. Bi awayekî rêxistinkirî li ser taxên bajêr, gundewar û gundan tên belavkirin. Karê wan, bi riya komîteyên xwe yên cûrbecûr ku xwe dispêre rêxistinkirina kesan di nava taxê de û dabînkirina xizmetên civakî ye. Komun yekîneya herî biçûk a civakê ye ku ji bo rêxistinkirina kesan di nava malbatê de, paşê li taxê û dûre jî tevahiya civakê dixebite da ku civakek azad, exlaqî û demokratîk pêk bîne.
'Komun bingeha sepandina sîstema Rêveberiya Xweser e'
Hevseroka Meclîsa Şehîd Hêlîn Cudî, Felek El-Hîlal der barê pêdiviya pêkanîna sîstema komunal de wiha axivî: "Pêkanîna sîstema komunal pêdiviyeke pêwist û lezgîn e ji bo rêxistinkirina civakê li gorî prensîb û pîvanên rêxistinî ye ji bo ku civakek hevgirtî û exlaqî pêk were ku tê de atmosfereke bi edalet û demokrasiyê serdest be. Sîstema komunal weke kevirê bingehîn ê avakirina sîstema Rêveberiya Xweser tê hesibandin. Pêdivî heye ku civak bê birêxistinkirin û ev jî sepandina têgeha sîstema komunal hewce dike.”
Prensîb û komîteyên komunan
Felek El-Hîlal bal kişand ser komîteyên ku di komunan de tên avakirin û erkên wan ên di nava civakê de û wiha pê de çû: "Sîstema komunan ji pergala hevserokatiyê û avakirina komîteyên girêdayî civakê tê avakirin. Ji van komîteyan komîteya parastinê ku parastina tax an gund dike, komîteya xizmetguzerî ku bi karûbarên civakê re mijûl dibe, komîteya Lihevkirinê ku hewl dide bi awayekî demokratîk pirsgirêkên civakê çareser bike, komîteya ciwanan ku ciwanan bi rêxistin dike, komîteya Malbatên Şehîdan, perwerde, aborî, tendirurstî û paqijiyê jî heye û her komîteyek di warê xwe de dixebite. Komun ji bo niştecihên taxê referansa sereke ye. Ew ji bo jimartina hejmara kesan di nava taxê de, cihên wan ên rûniştinê, tevgerên wan û rastiya wan a civakî û xizmetguzarî, ji bilî bicihanîna pêdiviyên wan ên xizmetguzarî û rojane, dixebite."
Komun cihê rêxistinkirina civakê ye
Felek El-Hîlal diyarkir ku di pêkanîna sîstema komunan de rûbirû bi zehmetî û kêşeyan re mane û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Destpêkê tu pejirandin an têgihîştinek li ser xwezaya xebata komunan tunebû, ji ber ku ew ramanek nû li herêmê bû. Ji bo danansîna têgeha pergala komunal, girîngî û pêwistiya pêkanîna wê ji bo berjewendiya niştecihan û rêxistinkirina taxan û civakê gelek ked û hewldan kir. Her wiha me dest bi qebûlkirin û tevlibûnek mezin di xebata komunal de kir. Bi riya serdanên gel em pirsgirêkên wan ji nêz ve dişopînin û hewl didin pêdiviyên wan pêk bînin. Hevserokên komunan jî ji hêla civakê ve tên pejirandin. Jinan li herêmê roleke pêşeng lîst, cih di pergala hevserokatiyê de girtin û tevî zehmetiyên ku di kar de dibînin jî îsbat kirine ku jin bihêz in û tiştek ji bo wan ne dijwar e."
Komun beşdarî pêkanîna sosyalîzmê di navbera zayendan de bû
Hevseroka komuna Şehîd Hamêd el-Esad a navenda bajarê Reqayê, Xeda Cebara der barê ezmûna xwe di xebatên komunê de wiha got: "Piştî biryara bicihanîna sîstema komunal li herêmê, bi taybetî piştî wêranî û kaosê ku bajarê min pê re derbas bû, yekem kes bûm ku beşdarî xebata dilxwazî li taxa ku ez lê dijîm bûm. Jin tevlî komunê bûn û dest bi rêxistinkirina xwe kirin û ji bo temsîlkirina nêrîn û daxwazên jinan ên ku ji hêla mêrên serdest ve hatibûn paşguhkirin, xebitîn. Di komunê de rolek girîng û sereke di girtina biryarên çarenûsê de dilîzin. Rêxistinbûn ne lukseke civakî ye, ew pêdiviyek girîng e, yek ji bingehên jiyanê ye û ji bo her civakê pêwist e. Mêr êdî nêrîn û pêşniyaran bi jinan re parve dikin, ev jî tê wateya pêkanîna sosyalîzmê di nava her du zayendan de."
'Jinên bihêz û jixwebawer dê biserkevin'
Xeda El-Cebar tekez kir ku ji ber cih di komunan de girtiye û beşdarî xebatan bûye, bi kêşe û adetên civakê re rûbirû maye. Xeda El-Cebar wiha dawî li gotinên xwe anî: "Destpêk gelek dijwar bû, ji ber ku ez jinek im û li gorî civakê şerm e bixebitim û ji çarçoveya malê derkevim. Lê min bi demê re van zehmetiyan derbas kir û ji civakê re îsbat kir ku jin bihêz in û dikarin rêveberiyê bikin. jinên ku ji xwe bawer in, ji zehmetiyan natirsin û dê biserkevin. Ev bersiva min ji bo rexneyan bû. Niha nêrîna mêr û civakê li hemberî hebûna jinan di nava xebatê de hatiye guhertin."
Komunan di civakê de guhertinên erênî çêkirin
Wehîda El-Hemed jî qala ezmûnên xwe di komunê de wiha kir: "Ez ezmûna xwe ya komunalî weke destkeftiyek mezin dibînim û beşdarî guhertinên erênî di civakê de bûm. Karê me karek dilxwaz e, armanca me jî pêşxistin û baştirkirina civakê ye. Xebata Komûnê xebateke mirovî, exlaqî û xizmetguzarî ye ku ji bo her kesê wekhevî û edaletê pêk tîne. Komun rol û hebûna jinan di civakê de bi pêş dixin. Komun ji bo pêkanîna serxwebûna aborî ya jinan dixebitin. Bi taybetî jinên hevjînên wan tune ne û zarokan xwedî dikin, bi riya avakirina derfetên kar û piştevaniya madî destekê dibînin. Divê jin pêşengiyê bikin, ji malbatên xwe dest pê bikin. Ger sîstema komunal neyê bicîhanîn, civak jî nayê birêxistinkirin. Komun kevirê bingehîn ê pêşketin û geşbûna civakê ne."