Ji Platforma çalakiyên hevbeş ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya piştgiriyê

Platforma çalakiyên hevbeş ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo piştgirtiya jinên Suweyda ê, li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekî çapemeniyê kampanyyaa piştgiriyê dan destpêkirin.

Qamişlo- Platforma çalakiyên hevbeş ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi diruşmeya “Bi hev re li dijî qirkirinê ji bo piştgiriya jinên li Suweydayê” bi daxuyanîyeke çapemeniyê kampanyayekî ku wê 7 rojan di asta Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê de dewam bike, ragihand. Daxuyanî li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê, bi tevlîbuna sazî û rêxistinên jinan hat dayin.

Daxuyanî bi 3’ê zimanan hat xwendin, daxuyaniya bi Zimanê Kurdî Endama Kongra Star Bêrîvan Omer, bi Zimanê Erebî Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya û bi Zimanê Suryanî jî Endama yekîtiya Jinên Suriyan Semîra Hena xwend.

Naveroka daxuyanîyê wiha ye:

“Di qonaxa zêdebûna xeternak a tundî û binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan, bi taybetî jinan, em Platforma Çalakiyên Hevbeş ya Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştgiriya xwe ya tevahî bi jinên Parêzgeha Suweydayê re diyar dikin ku bi sûcên pergalî re rû bi rû dimînin û rûmet, ewlehî û mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Ev di rewşekî nebûna temamî ya parastina fermî a destwerdana mirovî ya bi bandor de û di nava bêçalakiya navneteweyî ya metirsîdar de ye.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji 13’ê heta 21’ê Tîrmeha qetilkirina hezar û 386 kesan ku bi dehan jin û zarok jî di nav de, ji bilî îdamên meydanî û binpêkirinên ku dibin sûcên li dijî mirovahiyê. Ev hejmarên komkujiyên bipergalî eşkere dikin û piştrast dikin ku tiştên li Suweydayê diqewimin ne bûyerên yekane, lê belê siyaseteke bipergalî ya tundiyê ye ku şikandina îradeya gel û sepandina hegemonyayê ua bi darê zorê armanc dike.

Li ber çavan girtina vê rewşê, bêdengiya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê pir metirsîdar e. Ew bi kiryarên xwe razî ye û ji berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî yên parastina sivîlan direve. Komîteyên ku bi navê komîteyên lêkolîna rastiyan têne zanîn, ji hewldanek ji bo xwe bêgunehkirin, veşartina rastiyê û dirêjkirina bêcezatiyê wêdetir tiştek nebûne. Li ser bingeha hesta me ya berpirsiyariya exlaqî û mirovî û baweriya me ya xurt ku parastina jinan, parastina rûmet û mafê wan ê jiyanê berpirsiyariyek kolektîf e. Em îro di bin dirûşmeya “Bi hev re li dijî qirkirinê ji bo piştgiriya jinên li Suweydayê” de kampanyayek didin destpêkirin.

Armanca vê kampanyayê ew e ku dengê jinan li hember van sûcan bilind bike, di navbera jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên li Suweydayê de qadên hevpar biafirîne da ku hevgirtinekî bi bandor ava bike, binpêkirinan belge bike û wan veguherîne amûrên ji bo hesabdayîna navneteweyî. Her wiha armanca vê kampanyayê ew e ku hişmendiya civakê li ser giraniya tiştê ku diqewime bilind bike û polîtîkayên ku jinan dikin qurbaniyên bêdeng eşkere bike.

Daxwazên kampanyayê wiha ne:

• Agirbestek awerte û bidawîanîna hemû cureyên tundiyê ya li dijî sivîlan.

• Vekirina korîdorên mirovî yên ewle da ku sivîl, bi taybetî jin û zarok, bikaribin ji deverên şer bê gef û tirs derkevin.

• Berdana jinên hatine revandin û girtin û bidawî anîna hemû cureyên îşkenceyê û windakirinên bi zorê.

• Gihîştina bilez ya alîkariya mirovî yên wek xwarin, av û derman yên ji bo deverên dorpêçkirî û bandordar, bi misogerkirina ku ew neyê astengkirin an jî neyê siyasîkirin.

• Vekirina rêya di navbera Şam û Suwedayê de bi ewlehî û berdewamî pêwîstiyeke mirovî ya lezgîn e. Ji bo misogerkirina herikîna alîkariyan û rizgarkirina jiyanan.

• Rêveberiya demkî divê bêyî derengketinê bersiv bide û bi fermî razî bibe ku alîkariyê ya ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatî amedekirin, wekî insyatîfeke mirovî ya bi tevahî, bêyî fikarên siyasî, werbigire.

• Pêşkêşkirina parastineke navneteweyî ya bi bandor ji bo misogerkirina dubarenebûna sûcan û afirandina hawîrdorek ewle û aram ji bo jin û sivîlan.

• Girtina rê li ber koçberkirina bi zorê ya niştecihên Suweydayê û misogerkirina mafê wan ê mayîna bi ewlehî û rûmet di mal û deverên xwe de.

• Bêyî siyasîkirin û alîgirtinê avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ji bo belgekirina sûcên hatine kirin û hesabpirsîna sûcdaran.

Bernameya kampanyayê: “Bi hev re li dijî qirkirinê ji bo piştgiriya jinên li Suweydayê”

Dem: Heft roj – ji 30’ê Tîrmehê heta 5’ê Tebaxa 2025’an Roja yekemîn 30’ê Tîrmehê roja çarşemê destpêkirina Kampanyayê:

• Ji bajarê Qamîşloyê ragihandina fermî ya destpêkirina kampanyayê, bi xwendina daxuyaniyek piştgiriyê bi sê zimanan: Erebî, Kurdî û Suryanî.

• Nûnerên tevger, rêxistin, meclisên û yekîtiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê beşdarî çalakiyê bibin.  

Roja duyemîn 31’ê Tîrmehê roja Pêncşemê:

• Tevî daxuyaniya kampanyayê û daxwazên wê yên lezgîn, E-name dê ji rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, mirovî û jinan re werin şandin.

• Bang li van aliyan tê kirin ku tavilê mudaxele bikin da ku jinan biparêzin û pêşî li dubarebûna van sûcan bigirin.

Roja seyemîn 1’ê Tebaxê roja Înî:

• Kampanyayek bi hashtagek yekgirtî ku sernavê kampanyayê nîşan dide bidin destpêkirin.

• Tevlêbûnek berfireh li ser medyaya dîjîtal ji bo şikandina bêdengiyê û teşwîqkirina ragihandina medyaya navneteweyî ya binpêkirinan.

Roja çaremîn 2’ê Tebaxê roja Şemî:

• Platformek medyayê li ser kanalek televîzyonê pêşkêş bikin da ku rê li ber dengên jin û çalakvanan veke ku li ser sûcên li Suweydayê hatine kirin biaxivin û peyamên hevgirtinê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihînin xwişkên xwe yên li Suweydayê.

Roja pencemîn 3’ê Tebaxê roja Yekşemê:

• Di xaçerêyeke sembolîk û bi êş de di navbera salvegera komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de ku jinên Êzîdî hedef girt û kuştinên jinan ên li Suweydayê zêde dibin, kampanya bi beşdariya rêxistinên jinan û kesayetên civakî li Hesekê, Reqa û Helebê xwepêşandanên hevdem li dar dixe. Ew ê dirûşmeyan bi daxwaza parastin, hesabpirsîn û redkirina qirkirinê bilind bikin û yekîtiya jinan li hember feraseata faşîst a mêran piştrast bikin.

Roja şeşemîn 4’ê Tebaxê roja Duşemê:

• Amadekirina dosyayek belgekirî ya binpêkirin û sûcên hatine kirin, ji bo amadekirina wê ji bo saziyên mafên mirovan û navneteweyî yên têkildar pêwendî bê daîn.

Roja heftemîn 5’ê Tebaxê roja Sêşem:

• Li Hesekê Foruma Diyaloga Jinan Ji bo ronîkirina rastiya jinên li Sûriyeyê û binpêkirinên ku ew pê re rû bi rû dimînin, forumek diyalogê were lidarxistin, bi balkişandina ser sûcên li Suweydayê hatine kirin û rêbazên belgekirina wan û hesabpirsîna sûcdaran. Her wiha rola jinan di rêberiya qonaxa pêş de û zêdekirina beşdariya wan di çalakiyên civakî û siyasî de bê nîqaşkirin.

• Forum û kampanya dê bi avakirina mekanîzmayên zelal ji bo parastin û hevgirtinê di navbera jinan û hêzên demokratîk de bi dawî bibe, di heman demê de çavdêriya domdar ji bo têkoşîna li dijî tundî û bêcezatiyê were misoger kirin û piştgirîya hewldanên çareserkirina qeyrana Sûriyeyê û avakirina aştiyeke mayînde were kirin.”