Peymangeha Bilind a Hîlala Zêrîn dest bi tomarkirina xwendekaran dike

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, ragihand ku ew dê dest bi qeydên xwendekarên sala xwendinê ya nû bikin. Tomarkirina navan wê di navbera 1-31’ê Tebaxê de pêk were.

Navenda Nûçeyan – Peymangeha Bilind a Hunerê-Hîlala Zêrîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye li ser malpera xwe ya Facebookê ragihand ji bo sala nû ya perwerdê, ew dest bi tomarkirina navên xwendekaran ji bo beşên Sînema, Şano, Wêne, Peyker û Mûzîkê dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tomarkirina navena wêi navbera dîrokên 1-31’ê Tebaxê de pêkwere. Xwendekar dikarin navên xwe li tevahî navendên Hîlala Zêrîn ên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li avahiya Peymangeha Bilind a Huneran-Hîlala Zêrîn a li taxa Xiwêran a Hesekê tomar bikin.

Şert û mercên giştî yên peymangehê:

- Divê bawernameya amadeyî ya îsal an jî yên salên borî hebe.

- Bawernameyên fakulte, akademî û zanîngehên Rêveberiya Xweser tên qebûlkirin.

- Xwendin û nivîsandina kurdî divê xurt be.

- Temenên xwendekaran di navbera 18 -30 saliyê de be.

Şert û mercên taybet ji bo beşan:

Beşa Muzîkê:

- Jenîna 2 parçeyan li ser amûra ku bi kar tîne yan jî gotina 2 stranan.

- Bikare notayên muzîkê bixwîne.

Beşa Sînemayê:

Ji bo dîtina hêza çav a xwendekaran, divê xwendekar 10 wêneyan û 2 dîmenan bikişînin ku pêşkêşî komîteya nirxandinê bikin.

Beşa Şanoyê:

- Dîmenek bê amadekirin û pêşkêşkirin.

- Helbestekê amade bike, ji bo li pêş komîteya qebûlkirinê were xwendin.

- Başbûna bihîstina guh û rîtimê .

- Xwe ji bo performanseke beden-dans amade bike.

Beşa Wênesazî û Peykersaziyê:

- Li gel xwendekar hezkirina xêzkirina wêneyan û çêkirina peykeran hebe.

Bi rêya gmail [email protected]  xwedekar dikarin têkiliyê bi peymangehê re deyn in, an jî bi rêya malperên peymangehê yên li ser platformên medyayên dîjîtal û bi rêya Whatsappê: 0986782008 xwe bigihînin aliyên peywendîdar.