HRW: Talîban rengê hîzaran dike sedema girtinê
HRW’ê ragihand ku Talîban li Efganistanê bi dehan jinan ji ber rengê hîzarên ku jin li xwe dikin ‘guncaw’ nabîne û jinan digre.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ragihand ku li gorî lêkolîna wan a dawî Talîban li Efganistanê bi dehan jinan ji ber rengê hîzarên ku li xwe dikin ‘guncaw’ nabîne wan digre.
Li gorî lêkolîna HRW’ê, hat diyarkirin ku sala borî di meha Tebaxê de bi “zagona dilpakiyê” ya ku Talîbanê derxistiye re strangotin, axaftina dengê bilind û kena jinan qedexe kiriye, bi hinceta ‘hîcaba xirab’ jin û zarokan digre, tundiya derûnî û fizîkî ku hemû mafên jinan dike hedef pêk tîne.”
Jin di xeterê de ne
Li gorî rapora ‘Alarma zeyandî’ ku NY’ê di 24’ê Tîrmehê de têkildarî komên bi zorê hatin dersînorkirin, hat weşandin de, hat diyarkirin ku yên vegerandine Efganistanê, piranî jin û zarokên bi tenê, yên nezewicî û hevjînên xwe berdane ne. Ev kom di xeteriyek mezin de ne. Li gorî raporê piraniya jin û zarokên ku cihekî wan tune ye biçinê, bi bazirganên mirovan re rûbirû ne her wiha bi kiryarên zewicandina bi darê zorê û gelek xeteran re rûbirû dimînin.