Dadgeha Gel a Jinên Efganî hat damezrandin

Hat ragihandin ku ji bo darizandina kesên ku li Efganistanê mafên jinan binpê kirine, dadgeheke gel ji bo jinên Efganî ragihand.

Navenda Nûçeyan – Şehrazad Ekber a ku Seroka berê ya Komîsyona Mafên Mirovan a Efganistanê ye, damezrandina ‘Dadgeha Gel a Jinên Efganî’ ragihand.

Piştî ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bi tewanbariyên li dijî mirovahiyê fermana girtinê derbarê rêberê Talîbanê Hîbetullah Axundzada û Serokê Dadgeha Bilind a rêxistinê Ebdulhekîm Heqanî derxist, ev pêşketin çêbû. Şehrzad Ekber got ku ev dadgeh gavek ber bi lêgerîna edaletê ya ji bo jinên Efganî ya li dijî kiryarên zordar ên Talîbanê ye û wiha got: “Koalîsyonek ji çar saziyên civaka sivîl ên Efganî pêk tê, damezrandina Dadgeha Gel ji bo jinên Efganî di bin 'Dadgeha Gel a Daîmî' de bi serbilindî radigihîne.”

Ji bo jin û keçan derfetek ava dike’

Daxuyaniya derbarê avakirina dadgehê de wiha dom kir: “Damezrandina Dadgeha Gel ji bo Jinên Efganî ku di bin banê Dadgeha Gel a Daîmî de hatiye avakirin. Ev gaveke bêhempa ye ji bo têkoşîna li dijî bêcezatiya ji bo binpêkirinên mafên jinan ên li Efganistanê û ji bo pêşîgirtina li normalîzebûna zilma Talîbanê. Jin û keçên Efganî hîn jî rastî zordestiya sîstematîk a ji aliyê rayedarên serdest ve tên. Her ku hin welatan hêdî hêdî dest bi normalîzekirina sûcên Talîbanê kirin, civaka sivîl a Efganistanê bi avakirina vê dadgeha gel, rêyek cûda di lêgerîna edaletê de vekir. Ev darizandin rêyek ji bo parêzvanên mafên jinan li Efganistanê peyda dike da ku Talîbanê ji ber tawanên wan berpirsyar bibînin. Di heman demê de derfetek peyda dike ku dengê jin û keçên Efganî li çar aliyê cîhanê were bihîstin.”

Dengê jinan li welêt bi zanebûn hatiye birîn

Ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de vegeriya ser desthilatê, jin û keçên Efganî di mafên xwe yên bingehîn ên mirovan de rastî paşketinên mezin hatine. Derxistina wan ji perwerdehiya navîn û bilind, qedexekirina kar li ser wan hema hema di hemû sektoran de û dûrxistina wan a sîstematîk ji qada giştî nîşan dide ku ew bi yek ji awayên herî dijwar ên zordestiya li ser bingeha zayendî li ser jinan li cîhanê re rû bi rû ne. Dengê jinan li welêt bi zanebûn hatiye birîn, rol û hebûna wan ji civakê hatiye jêbirin. Bi bêdengiya raya giştî ya cîhanê, ev jin di xetereya jibîrkirinê de ne ji bo cara duyemîn. Tevî vê yekê, pêvajoya normalîzekirina têkiliyên dîplomatîk bi hikûmeta demkî ya Talîbanê re berdewam dike. Nimûneya herî dawî, naskirina fiîlî ya Talîbanê ji aliyê Federasyona Rûsyayê ve ye.

Komek pisporên navdar ên navneteweyî jî piştgiriyê didin dozgeran

Çar dozgerên ku di edaleta cezayê ya navneteweyî û şîdeta li ser bingeha zayendî de pispor û tecrube hene, îdîanameya fermî amade dikin da ku pêşkêşî dadgehê bikin. Di heman demê de, ‘tîmek amadekirina belge û delîlan" berpirsiyar e ji berhevkirina materyalên pêwîst. Komek pisporên navdar ên navneteweyî jî di vê pêvajoyê de piştgiriyê didin dozgeran. Rûniştin dê bi beşdarbûna panelek ji dadwerên navneteweyî were lidarxistin. Lijneya dadweran dê di demek nêzîk de bi fermî were ragihandin.

Ji çar aliyê cîhanê dê bê temaşekirin

Guhdarîkirinên giştî dê ji bo jin û keçên Efganî derfetek bêhempa peyda bikinDadgeha Gel a Daîmî dê di navbera 8-10’ê Cotmeha 2025’an de li Madrîd, Îspanya, bi hevkariya Komeleya Parêzeran a Madrîdê, rûniştinên giştî li dar bixe. Ev danişîn dê ji temaşevanên li çar aliyê cîhanê re zindî werin weşandin. Guhdarîkirinên giştî dê ji bo jin û keçên Efganî derfetek bêhempa peyda bikin da ku li ser wehşetên ku ew dikişînin biaxivin. Her wiha, di van rûniştinan de dê nêrînên endamên civaka sivîl, pisporên hiqûqî û pisporên mafên mirovan ên navneteweyî jî werin bihîstin. Tê payîn ku biryara dadgehê di nîvê yekem ê Kanûna 2025’an de bê aşkerakirin.

Bi tena serê xwe ji bo mîsogerkirina edaletê têr nake

Hevpeymaniya ku dadgehê organîze kir, fermana girtinê ya ku ji hêla Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve di Tîrmeha 2025’an de li dijî rêberên payebilind ên Talîbanê ji ber îşkenceya li ser bingeha zayendî û sûcên li dijî mirovahiyê hatî dayîn, pêşwazî kir. Lê belê, tekez kirin ku her çend ev înîsiyatîf girîng be jî, bi tena serê xwe ji bo mîsogerkirina edaletê têr nake. Ji ber vê yekê, pêvajoya Dadgeha Gel a Daîmî pêwîstiya pejirandina rêbazek edaleta veguhêz a berfirehtir, navenda qurbaniyan û piralîtir ji bo mîsogerkirina edaletê û avakirina mekanîzmayên hesabdayînê yên bibandor li Efganistanê destnîşan dike.

Dozgerek wiha dibêje: "Dema ku li welatekî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, bêdengiya dewletên din bi serê xwe sûcek e. Dadgeha Gel a Jinên Efganî dê cîhanê neçar bike ku dengê jinên Efganî bibhîze."

Ewê lêkolîna serbixwe bike’

Ev dadgeha navneteweyî dê îşkenceya li ser bingeha zayendî di çarçoveya sûcên ku di qanûna navneteweyî de hatine destnîşankirin de bi awayekî serbixwe lêkolîn bike û dê nîşan bide ku zordariya li ser jinan ne tenê li dijî mafên mirovan e, lê di heman demê de li dijî hînkirinên Îslamê jî ye. Ev pêvajoya bingehîn a ku qurbanî-navendî ye, dê dengê jinên Efganî bide, delîlên girîng berhev bike û ji sûcdarên îşkenceya li ser bingeha zayendî hesabpirsînê bixwaze.

‘Dem dema çalakiyê ye’

Ruksar (navê sexte) ku çalakvaneke jin a ji Efganistanê ye, dibêje: "Em ne tenê dixwazin civaka navneteweyî hevxemiya me bike. Em niha çalakiyê dixwazin. Niha dema çalakiyê ye."