Li Şamê jinek Kurd winda bû û yek jê jin du kes hatin girtin

Li taxa Ceremana ya Şamê xwendekara refa 12’an Yusra Îbrahîm a Kurd e winda bû û yek jê jin du kesên Kurd in li bendeke kontrolê ya hêzên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Herêma Efrînê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, diyar kir ku ji 28ˊê Tîrmeha 2025ˊan ve têkilî ji xwendekara refa 12’an Yusra Îbrahîm qut bûye. Yusra li Dibistana Nezîh Fadil El Qetan a li taxa Ceremana ya Şamê dixwîne. Dema ji dibistanê derdikeve têkilî pê re qut bûye.

Yusra ji gundê Xirbet El Werd ê Şamê ye û Kurd e. Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê tu agahiyên der barê cihê wê de nehatine bidestxistin.

1 jê jin du kes hatin girtin

Heman navendê, eşkera kir ku hêzên Ewlekariya Giştî yên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê di 27ˊê Tîrmehê de 2 welatiyên Kurd li bendeke kontrolê ya li taxa Tişrîn a Şamê, bêyî tu belgeyên girtinê yên fermî hebin, girtin. Navendê, diyar kir ku navên wan Mihemed Îbrahîm û Sebîhe (36) in. Ew ji gundê Basilê yê Efrîna dagirkirî ne. Dema ew di benda kontrolê re derbas dibûn, hatine girtin. Tu agahiyeke fermî der barê sedemên girtinê de nehatine eşkerakirin.

Banga bicîhanîna berpirsyartiyan

Malbata jina ciwan û yên her du kesên din bang kir ku demildest aqûbeta wan eşkera bikin û bang li aliyên berpirsiyar kir ku berpirsiyarên xwe yên yasayî û mirovî pêk bînin û van binpêkirinên domdar ên li dijî sivîlan rawestînin.