Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 145’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, du sal in bi biryardarî didome. Çalakî bi dewirgirtina koma 145’emîn, ket roja 743’an.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, du sal li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 145’emîn, di roja 743’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 144’emîn Hisên Guzereşî axivî.
‘Rêbertî weke ronahiyek manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêş xist’
Hisên Guzereşî destnîşan kir ku manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê mîsoger dike û got: “Em nêzî salvegera fermana Şengalê dibin. Gelê me bi dehan caran di komkujiyên wisa re derbas bû, bi sedhezaran mirovên me hatin kuştin. Her wiha ne tenê gelê Kurd gelên din jî bi komkujiyên bi vî rengî re derbas bûne. Ji bo pêşîgirtina van komkujiyan, Rêbertiyê weke ronahiyek manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêş xist. Ev manîfesto tekane riya çareseriyê ye ji bo hemû civakan.”
‘Çareserî û azadî di manîfestoya Rêbertî de ye’
Hisên Guzereşî bi van gotinan bang li tevahî gelên cîhanê kir: “Di serî de gelê Kurd em bang li tevahî gelên cîhanê dikin ku manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ baş bixwînin û fam bikin. Ji ber ku çareseriya her kesê di wê de ye. Em hemu çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tên meşandin, silav dikin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşman bi dawî bû.