Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nîqaşên têkildarî komîsyona ku dê li Meclîsê bê avakirin nirxan û got: “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rojevê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan, şewatên daristanan wek “eko-qirkirin” pênase kir. 

Nîqaşên têkildarî komîsyonê

Ayşegul Dogan bal kişand ser “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û destnîşan kir ku divê komîsyona li Meclîsê bi rêgeza pirrengiyê bê avakirin û wiha got: “Komîsyon dê di rojên pêş de bicive û piştî vê civînê dê nexşerêya komîsyonê ji wan re bê ragihandin. Partiyên siyasî hîn jî endamên komîsyonê tayîn dikin, nîqaşên li ser vê mijarê berdewam dikin û ev komîsyon amadekariyan dike da ku derfeteke dîrokî li ser bingehek qanûnî mayînde bike. Ev demek dirêj e em li ser metafora maseyê diaxivin. Lewre em li ser lêgerîna çareseriyê diaxivin. Ji bo çi? Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, projeyek bêçekkirinê heye ku heta niha wekî astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye nîşandan û nîqaş kirin. Herwiha em vê yekê ji demokrasiyê cuda dinirxînin.”

‘Ev aştî û çareseriya demokratîk bi xwe ye’

Ayşegul Dogan wiha domand: “Cihgirtina li ser maseyê tê wateya hêza diyarker a çareseriyê û beşdariya sedsala duyemîn a komarê. Em dixwazin ku hemû cudahîyên li vî welatî bi reng û dengên xwe ve di sedsala duyemîn a komarê de bê temsîlkirin. Em ji bo vê yekê hewl didin. Ev aştî û çareseriya demokratîk bi xwe ye. Hewldana bidawîkirina pevçûnek dehsalan û avakirina aştiyeke mayînde û adilane, îfadekirina fikarên ji bo serkeftina wê, ji bo me tê wateya yekbûnê, ne parçekirinê. Em hewl didin ku bandorên wê yên parçekirinê ji holê rakin. Em li seranserê welat ji Amedê ta Stenbolê demokrasî xwîş û biratiyê dixwazin û ji bo vê yekê têdikoşin.”