Plana ‘Bajarê Mirovî’ ya Îsraîlê: Birçîbûn, qetilkirin, koçberiya bi darê zorê

Îsraîl plan dike ku li ser kavilên Refahê “Bajarek Mirovî” weke herêmeke tecrîda girseyî ji bo xelkê Xezayê, ava bike. Armanc ew e ku gel neçarî reva ber bi başûr ve bikin û rê li ber vegera ji bo malên wan bigrin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Medyaya Îbranî û serokên navdar ên Îsraîlê demek dirêj e behsa bajarekî mirovî dikin ku Îsraîl dê li ser kavilên Refahê ava bike, da ku hemû niştecihên Zîvalê lê bi cih bike. Lê bajar dê çawa were avakirin? Gelo ew ê ji konan an ji materyalên din were çêkirin? Gelo ew ê tevahiya herêma kavilên Refahê bigre nava xwe? Kesên ku ji cih û warê xwe bûne dê çawa pêdiviyên xwarinê bigirin? Ger zarokek nêzî têlê bibe û bixwaze derkeve dê çawa bibe? Ev hemû hûrgilî nezelal dimînin.

Gelo ev gav destpêka koçberkirina bi zorê ya niştecihên mayî yên Zîvala Xezayê piştî qirkirina ku nêzî du salan e li dijî wan tê kirin, nîşan dide?

Plana bingehîn: Valakirina hemû deverên bakurê Xezeyê

Çalakvana siyasî û civakî Elaa Salama bal kişand ser armanca avakirina “Bajarê Mirovahiyê” yê ku ji hêla Îsralî ve hatiye pêşniyarkirin û wiha got: “Bajarê çadiran an “getto” ku li ser kavilên Refahê hatiye avakirin planek an destpêka gavên yekem e ji bo koçberkirina zêdeyî 600 hezar Filistîniyan. Ev bajar weke girtîgeheke ku dê gelê Xezayê bigre heya welatek mêvandar ji bo wan re were dîtin an jî Misir deriyên xwe veke. Plana bingehîn ew e ku hemû deverên bakurê Xezayê vala bikin û sînordarkirina gel li herêma li derveyî deşta Xezayê ango wan ber bi başûr ve bibin. Ev plan di destpêka şer de hatibû amadekirin lê berxwedana gelê bakur hemû plan têk bir.”

Planên Îsraîlê yên dagirkirina Xezayê

Elaa salama destnîşan kir ku tiştê îro di danûstandinan de tê kirin behsa vekişîna hêzên Îsraîlê bi dûrahiya 2 Km. ye lê hêz red dikin ku qadek 3 Km. ji Zîvala Xezayê bigrin û wiha berdewam kir: “Ev erd bi qasî 700 hezar kesan dihewînin, ev jî rê li ber vegera niştecihan ji bo deverên xwe yên niştecihbûnê digre. Her wiha di van demên dawî de behsa berfirehkirina wargehên zarfê Xezayê li ser hesabê wan erdan tê kirin. Haya Îsraîlê ji girêdana Filistîniyan a bi erd û malên xwe re heye, ji ber vê ew li ser erdên ku dagir kirine operasyonên bombebaranê pêk tîne. Heta agirbest bê îlankirin jî gel dê nikaribin vegerin cihên xwe ji ber ku ne rê, ne av û ne jî xizmet li wan herêman tune ye. Îsraîl hewl dide weke bajarên Heyfa yan Jaffa Xezayê jî dagir bike, ji ber cihê wê yê stratejîk li perava deryaya Spî û hebûna gazê di nava ava wê de heye. Ew projeyek mezin e ku xwedî armancên mezintir ên Îsraîlê û dibe ku hêzên navneteweyî be.”

Riya birçîbûnê ya heyî weke ceribandinê ye

Elaa Salama bawer dike ku siyaseta birçîbûnê ya heyî tenê wek balonek ceribandinê ye ji bo destnîşankirina ka Filistînî çiqas dikarin bê xwarin bimînin heta ku ew fermanan bicih bînin û ber bi bajarê mirovî ve biçin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Îsraîl di dema danûstandinan de birçîbûnê weke amûrek bikar tîne da ku peymanek peyda bike ku li gorî wê be. Ev paşxistina danûstandinan dikare Filistîniyan ber bi koçberiya bi dilxwazî ji Zîvala Xezayê ve bibe. Tenê hişyariya Filistînî dikare plana bajarê mirovî asteng bike. Hevgirtina navneteweyî û Ereb di vê yekê de roleke girîng dilîze.”