Bingeha civaka demokratîk bi pergala komunan tê avakirin

Hevserokên Meclîsan û endamê Komunan bal kişandin ser wate û girîngiya Komunan a di nava projeya neteweya demokratîk de û tekez kirin ku pêvajoya herêm tê de derbas dibe, hewceyî sererastkirin û aktîfkirina Komunan e.

RONÎDA HACΠ 

Hesekê – Pergala Rêveberiya Xweser, li ser bingeha Komun, meclîs, deste û encûmenan xwe birêxistin dike ku berovajî pergalên desthilatdar, hêza xwe ya rêveberiyê ji civakê digre. Komun yekser nûnertiya vîna civakê dike û dibe bingeha civaka demokratîk û sosyalîst. Li ser bingeha 8 heta 9 komîteyan xwe birêxistin dike. Sîstema hevserokatiyê, komîteyên jinan, xizmetguzarî, lihevanîn, ciwan, çand, aborî, parastin û tendirustiyê di nava xwe de dihewîne. Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komun hene û li gor pivanê civaka demokratîk pewist e her neferek civakê di nava rexistinbûnê de cihbigre. Li bajarê Hesekê 270 Komun û li bajarê Til Temirê 156 Komun hene. 

Sîstemên desthilatdar hewl dan çanda Komunal ji nava civakê rakin 

Şêwazê avakirina Komunê xwe dispêre rastiyeke civakî. Di demên borî de dema ku pirsgirêkek, şahî ango xemgînî di gundekî de çêdibû, kesên temenê wan mezin e hêza wan a rêvebirinê heye yekser bi mijarê re mijûl dibûn. Her wiha dema pêwîstiya malbatek bi alîkariyê hebûya weke lêkirina xaniyan, çandinî û hwd. gundiyan bi rengekî Komunal alîkariya hev dikirin û barê hev sivik dikirin. Piştre sîstemên desthilatdar hewl dan çanda Komunal ji nava civakê rakin û civakê ji hev dûr bixin, her kes li pey berjewendiyên xwe kar bike. Lê di paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de Komun esas hat girtin ku her ferdek di civakê de ji bo her kesê bike û her kes jî ji bo ferdekî bi rihekî Komunal kar bike. Komun weke lêvegera jiyana rast ya civaka xwezayî tê pênasekirin . 

Piştî Şoreşa Rojava sîstema Komunan di sala 2014’an de hate ava kirin. Bi armanca ku civak vegere cewherê xwe yê rast û xwedî li hev derkevin. Gotinek balkêş a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan heye ku gotiye”Eger ez ji zindanê derkevim, ezê bibim endamê Komuna xwe .“ Têkldarî vê mijarê Hevserokên meclîsan û Endamê Komunan derbarê girîngiya Komunan û aktîvkirina wê de nirxandin kirin. 

 ‘Komun lêvegera cewhera civakê ye’ 

Hevseroka Meclîsa Bajarê Til Temirê Gulîxan Sofî da zanîn ku komun bingeh û esasê pergala neteweya demokratîk e û wiha pê de çû: “Di Şoreşa Rojava de ji bo rûniştandina pergala neteweya demokratîk û birêxistinkirina civakê bi rengekî saxlem, sîstema komunan hat avakirin. Di destpêkê de bi rengekî baş hat avakirin û komîteyên wê hatin hilbijartin. Di wê demê de kar û xebat bi rengekî aktîf dihatin kirin lê em dizanin ku çawa êrîş li ser pergala me hene. Dijmin bi hemû hewldanan dixwaze vê pergalê têk bibe û civakê ji hev belav bike. Di dagirkrina Efrînê û piştî wê jî Serêkaniyê, gel neçarî koçberiyê bû. Bi rastî koçberî jî bandorek wê li ser sîstema me hebû heya ku hatin bicihkirin û komunên wan hatin avakirin. Di heman demê de herî dawî êrîşên ku li ser cihên xizmetguzariyê pêk hatin jî bûn sedem ku lawazî di rêxistinbûyîna komunan û pêşkêşkirina derfetan derkeve pêş.” 

‘Hevpeymana Civakî sererastkirin û zêdekirina komîteyên di komunan de esas girt’ 

Gulîxan Sofî bal kişand ser rola komunan di parastina taxan de û wiha anî ziman: “Di vê pêvajoya dawî de ku êrîş û derxistina tevliheviyan di nava civaka me de hene, komun bi erka xwe ya parastinê rabûn. Her kesê parastinê weke erkek li ser milên xwe dît û taxên xwe parast. Ev geveke serkeftî ye û pêwîst e her komîte di komunê de bi vî rengî aktîf bibe. Ji ber ku dema komun aktîf bin wê civak jî birêxistinkirî be. Niha amadekarî tên kirin ku ji nû ve komun werin avakirin û aktîfkirin. Ji ber ku hemû pirsgirêkên derdikevin pêş ger komun aktîf bûya wê çareser bibûya lewma sererastkirina komunan di vê pêvajoyê de karekî bingehîn e û gere her kes xwe li hemberî vî karî berpirsyar bibîne. Em ê komunên xwe sererast bikin, aktîf bikin da ku li hemberî hemû êrîşên li ser civaka me tên bisekinin. Ji ber bingeha xurt û rast wê encamên baş û serkeftî bi xwe re bîne. Piştî îmzekirina Hevpeymana Civakî  xala sereke ku giranî dayê komun bû. Tê de biryara sererastkirina komunan hat girtin û zêdekirina komîteyên weke jiyana hevbeş, Malbatên Şehîdan, gazî û esîran û ol û civak.” 

‘Rêbertî li ser girîngiya komunan peyam dide me’ 

Gulîxan Sofî behsa gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan der barê komunan de kir û wiha got: “Gotina Rêbertî  li ser komunan peyamek e ji bo me em giranî bidin xebatên komunan heya ku bikaribin bi rastî jî civakek azad, demokratîk û wekhev ava bikin. Em şopdarên xeta Rêber Apo ne û em ê ji bo gihîştina armancên xwe asta têkoşînê bilind bikin ji ber ku komun bingeha sîstema me ye.” 

‘Pêwîst e endamên saziyê xwe aydê komuna xwe bibînin’ 

Hevseroka Komungeha Şehîd Mustefa ya bajarê Hesekê Zekiya Mihemed da zanîn ku komun girîng e û pêwîst e her endamek di saziyan de xwe aydî komuna xwe bibîne û wiha anî ziman: “Civaka me komunê tenê di aliyê xizmetguzariyê de digre dest. Ev yek pir şaş e, ji ber ku komun bingeha sîstema me ye. Ger em wê bi rengekî baş ava nekin û kar nekin em ê nikaribin sîstema xwe xurtir bikin. Gel ji komunan beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bû ev nimûne dide ku komun bi ruhê gelê şoreşgerî tevdigrin. Em dikarin bibêjin ku hinek komîte aktîf in, hinek jî na. Pirsgirêk çî ye ku rastiya komunê nehatiye famkirin û pêwist e her endamek saziyê xwe aydî komuna xwe bibîne, rola xwe bilîze û rastiya komunê bide naskirin.” 

‘Komîteya perwerdeyê di komunan de esas û girîng e 

Endama komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Leyla Hesen derbarê komunan de wiha got: “Cihê jiyana komunal lê tunebe, li wî cihî ehlaq, civakbûyîn tuneye û gelek pirsgirêk derdikevin pêş. Ger em komunan aktîf nekin em ê nikaribin rê li ber pirsgirêkên civakî bigrin. Pirsgirêkên jinan,  bêrêxistinbûyîn, jihevdûxistina civakê bi riya ciwanan çawa em dibînin dixwazin civaka me bi madeyên hişbir têk bibin û hwd… Ev pirsgirêk wê bi aktîfkirina komunan çareser bibe. Dema komun aktîf bûn wê karên saziyan jî hesan bibe û rast were meşandin. Îro weke komîteyên perwerdeyê guhertina hişmendiyê ji bo me esas e. Ger komun aktîf nebin em ê nikaribin encamên baş di guhertina hişmendiyê de bi dest bixin. Dîsa jî pirsgirêka nefamkirina komunan pirsgirêka hişmendiyê ye û hemû pirsgirêkên heyî ji ber hişmendiyeke ne rast tê. Em jî weke komîteya perwerdeyê bi aktîfkirina komîteya perwerdeyê di hundirê komunan de berpirsyar in û hemû qad û saziyên me berpirsyar in. Komun hevgirtin, hêz û îradeyê ava dike, dema ev yek hebe wê dijmin nikaribe çand, dîrok û hebûna gelan têk bibe. Em ê bi komunên xwe tiştên xwe yên windayî vegerînin û biparêzin.”