Binçavkirina xwepêşanderan didome: Gelek kes hatin biçavkirin

Çavkaniyên mafên mirovan, ragihandin ku Rahîle Zerdkuhî ya ji Meşhedê, Rîzvan Reyhanî ya ji navçeya Amleş, Zehra Emînî ya ji bajarê Parand a li Tehranê û Faîze Shemayîlî ya ji Senqor a Kirmaşanê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî van raporan, roja Înê Rahîle Zerdkuhî ya 27 salî ya ji Meşhedê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajêr ve hate binçavkirin û heta niha der barê cih û rewşa wê ya tenduristiya de tu agahî nehat parvekirin.

Her wiha li navçeya Amleş a parêzgeha Gîlanê Rîzvan Reyhanî jî li gel sê xwepêşanderên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin. Tê ragihandin ku kesên hatine binçavkirin hatine derbkirin û piştre birine cihekî nayê zanîn.

Di rojên dawî de hinek kesên ku ji ber beşdarbûna xwepêşandanan hatin binçavkirin, sewqî qawîşa jinan a Girtîgeha Evînê hatin kirin. Yek ji wan jî Zehra Emînî ya ji Parandê ye. Hate ragihandin ku rewşa Zehra Emînî, rastî îşkence û lêdanên giran hatiye û di rewşek krîtîk de ye. Tê diyar kirin ku rayedar di sewqkirina revîr an jî nexweşxaneyê de xemsar in û lewma jiyana wê di xeteriyek cidî de ye.

Her wiha çalakvanek siyasî ya ji Amleşê jî roja Duşemê di saetên nîvro de li ber mala xwe hate binçavkirin. Çavkaniyên herêmî, radigihînin ku hêzên ewlehiyê vê binçavkirinê di çarçoveya "operasyonek pêşîlêgirtinê" de pêkanîne.

Li aliyê din hate ragihandin ku jina ciwan Faîze Şemayîlî ya ji bajarê Senqor a li parêzgeha Kirmaşanê jî roja Duşemê hate binçavkirin.

Malbatan, fikarên xwe yên li ser agahî negirtina der barê rewş û binçavkirina kesên hatine binçavkirin de anîn ziman. Rêxistinên mafên mirovan jî, der barê berdewamiya binçavkirinên girseyî û nebûna şefafiyetê de hişyariyan dan.